10

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 3 minutes  861 views

goran le nêw eşkewtida basî hawřêy têkoşerî xoy wiryay dekird ke le nakaw gwêyan le dû teqe bû. qisekeyan biřêwe û destyan da çek û wederkewtin bizanin çi qewmawe. ber le hemûyan simko xoy geyande der. gwêy le girmeyek bû, wek całeyek xillor bêtewe, bełam hêndey nexayand ke bêdengî hemû lay dagirt. goran û simko û hawałekanyan, bo ewey bizanin çi buwe, biław bûnewe û her kam bo layekî çû û xoy mat kird. tawêk pêçû teqe dirêjey nebû, bałindey lêřewar ke be dengî teqe xapûr bibûn destyan kirdewe be xwêndin. goran û hawałekanî xerîkî geřanî derupşitî eşkewt bûn. îstêk pêçû, simko ke wedway girmeke kewtibû, heray kird:

- werin! yekêkyan lêre kuştuwe... .

bełam katê gwêy be sîngîyewe na, be xoy gut:

- şukur nekujrawe, bêhoş buwe.

her çonêk bû wiryayan ke be dewenêkewe gîrsabowe, hênaye nêw eşkewt û řayankêşa. ke çira lenteryan lê nîzîk kirdewe û goran çawî pêkewt nasîyewe û gutê:

- kuře xo eme wiryaye... duktor řêbwar! zû xerîk be debê çarî bikeyn. nabê le dest biçê.

birînî řanî cêy metirsî nebû. gulle êskî negirtibû. duktor řêbwar xêra û be wirdî birînekey şuştewe û dermanî kird û desreyekî teřyan le ser tewêłî dana. wirya wirdewrde we hoş hatewe. ke çawî kirdewe pêy wa bû xewn debînê. çend car çawî hełêna û wêkî nayewe. hestî kird leşî jan deka. nałeyekî kird û gutî:

- emin le kwêm...?

goran ke destî wiryay le nêw destî girtibû û çawî lê nedetrûkand gutî:

- wirya gyan! xo sexłet meke. çi nîye. kemêk birîndarî.

emca be bizeyekewe gutî:

- emin nanasîyewe?

wirya lêy xurd bowe û gutî:

- goran! ewe etoy, bo pêm nałêy çi qewmawe?

goran wełamî dayewe:

- her çîyek bû be xêr řabird. carê aram be û biḧesêwe hemû şit řûn debêtewe. pałepşitêkyan bo dana û çayekyan derxiward da. wirya kemkem we bîrî hatewe ke engêwrawe, birîndar buwe û xillor botewe.

goran bo ewey wirya biḧesêtewe gutî:

- cêgey bo řaxen. derfetî qise kirdin zore.