8

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 4 minutes  804 views

wirya çend mang bû serî le hawałanî nedabû. lew maweyeda hawřêyekanî twanîbûyan lîsteyek le «dijî gel» yiyan weçing xen. her weha twanîbûyan řêkxirawekeyan ke be hoy hêrşî diřindaney dujmin hatbû lêk biław bê, řêkupêk bikenewe û le zorbey nawçekanda hawbîruřay têkoşer û şořişgêř bidoznewe. ewe bû ke çend desteyan saz kird ke her kam berew mełbendêk biřon. erkî dyarîkiraw bo ew destane ewe bû ke wêřay řêkupêk kirdinî řêkxirawî nawçekan, caşekan be xełk binasênin û eger boyan kira le nêwyan berin. her destey řîzêkyan le nawwinîşanî xofroşekan pêbû. desteyek ke bo lay kanîperî û gundekanî dewruberî dyarî kirabûn, birîtî bûn le şeş kes bem çeşne:

«goran», lawêkî 26 sałane ke le pêşda mamostay fêrge bû û le wiryayî û lêzanî û hêjayî le nêw hawałekanîda nawbangî derkirdibû û berpirsî ew desteye bû.

«simko», pyawêkî 40 sałaney çwarşaney be’akar, lawî wirya ke pêş ewey bête nêw şořşewe kirêkarî dekird.

«soran», kabrayekî 30 sałane ke ber lewe dest be xebat bika, dûkanî wirdewałefroşî hebû.

duktor «řêbwar», mirovêkî 27 sałaney seruzman xoş ke taze zanistigay tewaw kirdibû.

«dyako», lawêkî 24 sałey wirya û pispoř, taze bibû be efserî polîs ke legeł şořş kewtibû.

«şemał», gencêkî 19 sałane bû ke sałî dwayî fêrgey nawendî tewaw nekirdibû û dû sał lewepêş hatbû nêw řîzî şořşewe.

ew şeş kese qerar dadenên le «eşkewtî dołeşîn» da ke cêgayekî estem û dûre’awayî bû, binkeyek dabnên. dołeşîn, dołêkî qûł û dûrudrêj û pêçawpêç bû ke çomêkî xuřênî be naxîda dehate xwar. lêrewarêkî çiř lapałekanî dapoşîbû. deyangut le řojgarî řabirdûda leber çete û řêgran kes neywêrawe hatûçoy pêda bika. ew eşkewtey ke pêşmergekan bo binke dyarîyan kirdibû le berî lay řojhełatî dołekeda hełkewtibû. eşkewtêk bû dûrudrêj û bê bin. cêgay way hebû ke be swarî hatûçot têda dekird, şwênî waşî hebû ke debwaye be gagołe pêyda biřoy. nêw eşkewteke kanyawêkî řûn û kelletezênî lê hełdequłî û be cogeleyekî barîkda dehate der û berew řûbarî binî doł şoř debowe.

lay qawełtûnê bû ke şeş pêşmerge, şeş gyanfîda dway çend řoj řêpêwan le nêw eşkewtekeda bargewbineyan xist û dway hesanewe bo baştir nasînî nawçeke hatne der û êwarê geřanewe.

le pêşda çend kesêkyan pê nasandirabû ke debwaye pêwendîyan legeł bigirin. yekêk lewan wirya bû. lew şeş kese tenya berpirsekeyan wiryay denasî. êwarê dway geřanewe çayekyan weser na û destyan kird be wituwêj le barey karî dahatûyan. goran lîstey caşekanî derhêna û çawêkî lêkird û gutî:

- zor seyre yekêk le caşe here xirapekan ke nawî kwêxa emere małî le kanîperîye û legeł wirya hawgundin. biłêy wiryay nasîbê?

dway tawêk bêdengî dirêjey pêda:

- «ḧemedempel» yiş lem nawçeyedaye, bełam nazanîn le kam awayîye, debê ewîş bidozînewe.

le dwaye hêndêk le barey xebat û řabirdûy piř le şanazî wiryada dwa.