5

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 3 minutes  860 views

hetawî çêştangawî mangî gułan gyanî weber gya û guł û dar û dewen dena. qaspeqaspî kewî kuřadexwardû xemî xembaranî wela debird û bizey dehênaye ser demî lêwbebaran. çend hełoy berzefiř le asmanî bê xewş û pîrozeyî kanîperîda dexulanewe û sûřyan deda. şax û doł be sewzegya û gułî beharî řazabûnewe. desteyek kîj, na, polêk perî, cepkeyek guł, legeł gułe řengawřengekanî mêrgołeda têkeł bibûn. kîjołekan berew bendenî çyay «berzeko» wekû tawis lenceyan dekird û legeł her hengawêk hezaran gułî nazyan lê be cê dema, şad bûn, pêdekenîn, gałteyan dekird. tenya gułêk le nêw ew gułaneda be řwałet pêdekenî, bełam le nêw diłîda şîn û şêwan bû. ew gułe ke le gułekanî dîke cwantir û diłřifêntir, bełam sîs û jakaw bû, «mamz» bû.

le nakaw kîjołekan bêdeng bûn. le cêy xoyan řawestan. gwêyan hełxist. dengêkî birîndar ke le diłêkî ewîndarewe serçawey degirt, le nêw kêw û dołî ew mełbendeda dengî dedayewe:

giřî, nûrî, bitawênî, betînî
gułî bonxoş û cwan û agirînî
biłê ey axrîn hîwa, leberçî
weha şêwaw û şemzaw û xemînî?
***
legeł derdî ewînit ogirim min
le nêw xomda desûtêm, agirim min
çema pişt le jêr barî xemî to
gułim! em bare ta key hełgirim min?
***
ke řadebrî wekû ask dekey sił
deşêwê germelanî kotrî dił
be awatim ke dengî to bibîsim
detirsêm arezûy xom berme jêr gił

dengêkî aşna bû, le gyanî bîserda karî dekird. mamz eger pêy şûreyî neba, hawałekanî be cê dehêşt û be lîngidan xoy degeyande lay xawen dengeke, ke xawenî bîr û hoşî bû, her wişeyek ke be heway taybetî le demî wirya, xuday deng, le hewada biław debowe, kîjołekanî mestitir dekird.

le ser tertêk danîştin. katê dengeke biřayewe, polî tawsî mest dîsan weřêkewtin. mamz û pereng le pêşewe deřoyîn. perengî diłsoz wek hemîşe gwêy bo řaz û nyazî mamz şil kirdibû. paş maweyek be berzekoda hełgeřan. le çyay beramberî berzekoda řanî awayî le benden xerîkî leweř bû. şwanekey le dawênî kêwekeda, le ser kanyawêk çay weser nabû ke le piř gwêy le dengêkî diłlerzên bû. em car norey mamz bû ke xermanî xemî wirya be ba bida. ballorey xoşî mamz, ’etrî gułî ewînî le nêw doł û çyakanda depřijand.

wirya le dûrewe çawî le taqe estêrey asmanî jyanî biřîbû, xudaxuday bû ke ballorey mamz tewaw nebê. hestî dekird mamz le beramberî danîştuwe û qisey legeł deka, bełam ballore dwayî hat.

wirya xoy pêřanegîra, têyhełkird. be lawik cwabî dayewe, ne wirya û ne mamz neyandezanî ke ewa dwařojî xoşîyane û bedbextîyekî taze çaweřêyane.