2

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 5 minutes  893 views

kwêxa emer pyawêk bû qułebne, řeştałe, giřwê, xwêntał, řezagran, bedfeř, şeřanî, bexîl û dûzman, karî çakî le dest nedehat û karî xirapîş destî maç dekird. deyangut be zemanî lawî legeł birakanî karî çeteyî û řêgrî buwe. sê bira bûn; «biletîskin» û «xiledêz», le xoy gewretir bûn. hersêkyan le xirapî û bedfeřî û bed’akarîda bê wêne bûn.

carêk ke sê be sê deçne řêgrî, le řêgada pêş be kabrayek, ke nawî «mende» debê, degirin û ewîş naykate namerdî û dest dekatewe û le akamda biletîskin, biray nêwnicyan dekujê. sikała debene lay aẍa ke serok ’eşîre debê. emer û xiledêz be dizî aẍay debînin û ewîş mendey meḧkûm deka ke berxiwênî biletîskin bida. herçende ke mende depařêtewe û hawar deka û dełê: bê tawanim û ewan řêyan pêgirtûm û dîfa’im le xom kirduwe..., be gwêy aẍayda naçê. mende kiçêk û çil ser meř deda û mesłet dekirê. emer ke sełit debê kiçe le xoy mare deka. mende ke darunedarî ew çil ser meře debê, le daxan nexoş dekewê û paş maweyek demrê û be xakî despêrin. kiçekey ke nawî «neşmîl» debê û le cwanî û kabanîda nawbangî deřwa, didan be cergî xoy dadegrê û le lay emer desûçê û desaçê û paş no mangan le ser mindałî deçê û be deryayek xem û xefetewe dinya be cê dehêłê. berhemî ew xizmayetîye napîroze kiçêk na, gułêk debê ke nawî denên mamz.

mamz be hoy bê daykîyewe be dayen dedrê. ta temenî şeş ḧewt sałane le lay yay «guł»y dayenî debê. yay guł ke taze şuwekey leber bê duktorî û bê dermanî le dest dabû, taqe kiçêkî bû be nawî «pereng». mamzî legeł kiçekey xoy ferq danedena, mamzîş le pêşda her pêy wa bû daykî xoyetî û le dwayeşda ke zanîbûy daykî xoy nîye bonî daykî bewîyewe nabû.

yay guł hemû şewê mamzî le layekî xoy dexewand û perengî le layekey dî. tawekû le xewî dekirdin ḧekayetî bo degutin. pê be pêy gewre bûnî mamz û pereng, yay guł şêwey ḧekayetekanî degořîn û têdekoşa çîrokekan legeł temen û bîruřay kîjołekan cor bênewe.

mamz wirde wirde le xełkî debîst ke bawkî çi miłozmêk û dêwezmeyeke, çon daykî dagîr kirdibû û çon bibû be hoy mergî. lew maweyeşda ke le lay yay guł bû, bawkî kemtir serî lêdeda û xoy têdegeyand. çend car wîstibûy bîbatewe, mamzîş hênde degrya ke deruhawsê bezeyîyan pêda dehat û kwêxa emeryan pejîwan dekirdewe.

kwêxa emer le dway ledestiçûnî xêzanî zorî hewł da jinêk bênê, bełam leber nawbangî xirape û zimanpîsî kes xizmayetî legeł nedekird. řojêk ke pêy wa bû mamz jîkełe buwe û detwanê karî małê bika, çuwe małe yay guł bîhênêtewe. mamz dîsan destî kird be giryan, kwîxa emer le pêşda zorî hewł da be zimanî xoş hełîfrîwênê, bełam neytiwanî. emca hełsita mamzî bestezmanî weber mist û pêlaqan da. mamz wek peykereyekî bilûrîn le jêr destî bawkî diłřeqîda têkşika û wird bû, legwên sûregułêkî taze xemłîw, jaka û peřpeř bû, her çonêk bû yay guł le bin destî derhêna û gutî:

- mamzê! řołe! bawkî xote qeydênaka legełî biçowe emnîş hemû řojê dêm serit lêdedem.

le dwaye bo ewey mamz çawî be dû tinok firmêskî nekewê řûy wergêřa û xoy be şimekî ser pêřgewe xafłand.

mamz gişt řêgayekî lê bestirabû. çarey nebû debwaye legeł bawkî - ew dêwezmeyey ke nawî nirabû bawik - biçêtewe. be henasesardî û henîskidanewe pirêskey şimekekanî û bûkêkî ke yay guł be peřowpał boy saz kirdibû destî daye û çawêkî piř le tase û lêwan le esrînî le jûre qurmawîyekey, ke kangay bîrewerî mindałaney bû, kird û henaseyekî hełkêşa û wepêş bawkî kewt. detgut berxe û legeł qesabekey deçête kuştarga. le małê kułî giryanî hełsita, destî kird be firmêsk hełwerandin. kwêxa emer bo ewey aram bigrê weder kewt û be tenyayî be cêy hêşt.

her ke kwêxa emer wederkewt, mamzîş bûkekey hełgirt û çuwe derê. dway yek dû se’at ke kwêxa emer geřayewe, hêşta mamz nehatbowe. kwêxa emer hemû layekî lêkird. le pêşda çû bo małe yay guł. yay guł û pereng le kwêxa emer nîgerantir destyan kird be sûřanewey nêw kołanî awayî. zorî lêgeřan neyandîtewe. wirdewrde hemû xełkî kanîperî nîgeran debûn. axo çî beser hatbê? xełkî, kwêxa emeryan serkone dekird ke bo bote hoy winbûnî mamz? kwêxa emerîş wek seg be gijyanda dehat. xełkî awayî le meydanî ber mizgewt ko bibûnewe û le dîtnewey mamz kemkem nahumêd debûn ke le piřřa pereng gutî:

- pêm waye dîtmewe.. dezanim le kwêye... .

ewey gut û berew gořistanî gund lîngî da. xełkîş be wird û diriştewe wedway kewtin. gořistan le ser tepkêk le lay řoj’away kanîperî bû. pereng çakî bo çûbû. mamz le ser giłkoy daykî, daykêkî ke hergîz neydîbû xewî lêkewtibû, bûkekeşî le amêz girtibû. katê ke xełkî awayî lêy nîzîk bûnewe, mamzî bêçarey bestezman her henîskî deda... .