min di dil kovan hezarin daẍ û keyber bêḧsab

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 3 minutes  1241 views
min di dil kovan hezarin daẍ û keyber bêḧsab
miḧneta werdên bi xarin wên di dil da sed nişab
sed nişabin min di dil îro ji xarên sorgulan
yek bi yek peykan çevî bûn çûne cergê da kulab
puř bi wan curḧan xwe têrin lew ku dî derman dikir
şerbet û ava ḧeyatê şekker û qend û gulab
ger dused peykan di nêva dil bi wan dê xweş bwan
her dema kewkeb bidîna necim û perwîn bêḧcab
zehre û ’iqda sureyya keşşifî bûn ew di şerq
sayeya bextê me dayê ma li ser perde û niqab
wajgûn dewrê numa min çerx û bayê lewleban
kewkeban seyra muxalf girt û têkil kir ḧisab
vêk ketin şems û zuḧel îro di burca ’eqrebê
seyf çû destê merîxê mulkê dil lew bû xerab
lew tenezzul kir merîxê nobe çû dora zuḧel
çû teref mihra siphirê nezzilî ’erdan ’ezab
lew bi şeş bircan ’etard ji aftabê dûr bû
lê zuḧel bû muşterî avête çerxê inqilab
şewwişî nezma nucûman hey’eta çerx û burûc
lew li wez’ek dernetêtin mah û zuhir û aftab
munqelb min dî menazil vajî ew seyrê dikin
yek bi yek xwîn jê dibarin ateş û lem’ û şihab
zuhreçengê ev suwaj dî ew ji çeng avête çeng
xweş li pê qanûnê wê guh de tu qanûn û rebab
ez dibêm axirzemane dê qyamet rabtin
lew şeva tarî kişandî yû nehişt eswed ẍurab
xweş li min ’alem syah ma sitêr û kewkeb qet neman
ez ji vê rojê ditirsam axrî zû kir şitab
ev ne ew iqlîme ya şems û kewakib tê bi seyr
ez ne wê ’erdê dibînim ya ku lê ew mahtab
cinin û teyyarek me dî werbû di min winda kirim
dame ber pence û kulaban hilfirandim wek ’uqab
suflewî yinam û avêhtim zemîna zulmetê
lê ku hişyarim gelo yan xewne min dîtî bi xwab
dêwê mel’ûn û munafq ê xudê rûreş kirî
ma bi bala hilkişêtin ’aqbet çî bit selab
ehremin te’lîm dabû ebyezî dest tê hebû
puř bi vê te’lîm û rayê hatbû çûbû xitab
surperî ’illet nizanî siḧreya ebyez dikit
puř ẍelet erzan me dî derḧeq xwe ew ’alîcenab
ah eyyamên wisalê weko xweş borîn û çûn
ew şeraba ’êş û noşê ma li pêşber min serab
şerbeta şîrînleban zehra helahil bû di nav
lew bi narê furqetê axir li min dil kir kebab
hudhudek xweştebi’ min îro divê herwek nesîm
da bi bal dilber hinara banya dîsa cewab
’erz û ḧalê min bigota yê bi ’inwanê edeb
astan bikira zyaret çetir û seywan û tenab
da di çeşman min werîna xak herwek tûtya
ya ḧebîb pê lê nihay banîya wî ew turab
her kesê rabî di beḧsê carekê mehder bikit
xeyrê heftî ḧec didêrit belko bihtir ew sewab
we’de dabû dê şehîd kim wî bi şîrê xwey şerîf
ma nebî îro peşîman ew ji tedbîra sewab
şerḧê ḧalê min melaPen name narit beyazê hê temam
vê sewadê gerç herdem jê birin sed intixab