serê zulfa te bi kullabê du’a

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  1520 views
serê zulfa te bi kullabê du’a
hate destê me bi cellabê du’a
sofîyê xelwenşîn bêne sucûd
herdu burhên tene miḧrabê du’a
’erzê kê dê bikirim sûretê ḧal
ku tuyî qibleyê erbabê du’a
ji du’ayê qedeḧek der deste
her seḧer mestê meyê nabê du’a
gulê iqbalê ji gulzarê qebûl
me çinîbû di şekerxiwabê du’a
ber du burhên te ji ixlas û yeqîn
me dibir secde bi adabê du’a
ji dilek safî tu miḧrabê bibîn
secdeyek lazme der babê du’a
me di dil «’urweةy wusqaArabic»ye bi dest
ji senaya te ser elqabê du’a
ji ezel yek cihetî daye melêPen name
her me ixlase ji esbabê du’a