dilber şikêna şekkerek

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  1490 views
dilber şikêna şekkerek, «fequltu: ya ruḧî metîٰ?Arabic»
go min: ḧeta xatir hebit, min go: çi kim ez ba heta
zulfan tu bes çîn çîn bike, biskên muqabil dîn bike
pêşkêşî yek zulfek te bin, mulkê xuten textê xeta
dil bendê dava zulfekê, keftî kemenda ulfekê
«hel fî yid almeftunî şey’?, ew kîfe esin’ ya fetîٰ?Arabic»
zulfên but û şîrîn leban, jehrîne şubhet ’eqreban
lê min ji biska puř girê, îro tinê girtin du ta
nisbet perî zîbaye ew, wek nêrgiza yektaye ew
«ya men ri’ey xîlّy fehel, yuşbîٰ bîşey’ٍ qametaArabic»
me ji buẍçeya yar zeyînî, bê purs yek sêvek çinî
«we bîma ceneytu cenîtî, elْqetْ ’eleyّe cînayetaArabic»