sê xoşewîstim le ’êraq

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  737 views

le beẍda řût û pêxwas û kes nenasêk bûm; nexoş kewtim çûme lay dukturêk be nawî «duktur nûrî fitûḧî». mesîḧî û kurdî xełkî suleymanî bû; le beẍda dukturîy dekird. mu’ayeney kirdim; dermanî damê; pûłî nestand. qewlîşî lê sandim ke heta karim be duktur bê biçme lay. nek her bo min, bo hemû feqîrêk - ’ereb ba yan kurd - bawkêkî diłsoz û xêrewmend bû. her ew degeł zor dukturî tirî kirdime aşna ke yek lewane «duktur kemal ḧusên» naw bû. kartêkî damê biçme lay. ewîş ke parey nestand hîç, tenanet me’sûmîşî le bîmaristanî «xeyyal» ’emelyat kird û parey ’emelyatîşî nestand. min ke xecałetyan debûm, demewîst tołeyan bo bikemewe û teblîẍatyan bo bikem. carêk kartêkim bo kak emîrî qazî bo duktur kemal nûsî ke ewe dostî mine û pûłîşî heye. tikaye timaşay bike û pûłîşî lê wergire! emîr ke debû şew bêtewe mał, nehatewe. ta sê řoj hîç xeberim nezanî. le bîmaristanewe telefonî kird ke duktur kemal bêdeng birdûmî ’emelî kirdûm û gutûye be hejar mełê! pûłîşî nawê.

řojêk be duktur nûrîm gut: min ewsa ke taze hatme lat, řût û lat bûm. êsta pûłim zore. tikaye lêm wergire!

gutî: hejar! bo lat waye pûł hemû şitêke le jyanda? edî pyawetîy qedrî nîye? min însanîyetim pê le pûł çaktire...

le dwayeş ke be şa’îr kurd nasrabûm, hîç dukturêkî kurd pûłî lê nedestandim. ke lewane: «duktur selam balete», «duktur îbrahîm», «’umer dizeyî», «teyb ’eqrawî», «doẍremeçî» û zorî tirîş bûn.

le hatne taranîşmida řastî dukture kurdekan zoryan qedir girtûm: «duktur e’lem», «duktur feyzinejad», « duktur morekî», « duktur şaf’î», « duktur ḧeyderî».

le hemuwan seyrtir ewe bû ke carêk serbexo çûme lay dukturêk le kerec be nawî «paşa mişkatî»; farse. gutî pûłim nawê.

- duktur! demnasî?

- detnasim? yanî çî?! her xoşim le to hatuwe û demewê dostit bim. gutim: pûłim lê wernegrî nayemewe lat! êstaş her zor dostime.

carêk le beẍda kak miḧemmed memulûd (mem) nexoşîy zirawî bû. çûyne lay duktur kemal ḧusên. gutî ’emelit dekem. kak mem řazî nebû; gutî deçme bulẍarya.

- kake min le hemû ceřaḧî bulẍarî dukturtirim!

- nexêr, naykem!

be minî gut: le hewlêr biço lay duktur mezher. eger ew pyawe zû ’emelyat nekirê xetere! ke be duktur mezherim gut, gutî: to degeł xot bom bêne bîmaristan û ḧeqit nebê. bew nawe ke xom nexoşim, «mem» legełim hate bîmaristan. lenaw korîdorda dû kes têy nûsan û herçî hawarî kird birdyan û bêhoşyan kird û ’emel kira û hênayane ser textêk řayankêşa! kake mem le nexoşîy řizgarî hat.

***