le çapdanewey «hejar bo kurdistan» û «şerefname»

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  838 views

her ke înqîlab řûy da û germawgermî bû, dîwanî «hejar bo kurdistan» û «şerefname»m ofsêt kirdewe. dîwanekem le mawey dû mangida hemû firoşra. şerefnameş ta êsta zorî lê firoşrawe û kemî mawe. ke şerefnamekeş barî giranî kewte ser şanî macîd řoḧanî. le małe bawkî cêgey kirdewe û bo firoştin û nardinî bo derewey taran hemû zeḧmetî xiste ser xoy. qisey xoman bê, be lay minewe ew macîde řenge tozêk şêt bê ke hênde be derd û mergî mineweye û xom pêwe mandû deka! çunke ta êsta nembîstuwe kes le ser qedir girtinim û xo bo mandû kirdinim mîdałêkî dirabêtê! her çonêk bêt zor be xizmetmewe manduwe û her karêkim debê, zor be řûy xoşewe deyka. řenge be pyawî gewrem bizanê; ke boye lam waye şête! pêm waye eger řabirdûy jyanekem bixiwênêtewe, lêm peşîman bibêtewe. ta ewsaş xwa kerîme. heta êsta le hemû kesim lê nizîktire.