le ’ezîmîyey kerec, benaw penahende
her çend lêm wek řojî řûnak bû ke dêranî de sermewe naçin û qet de řoj naba demgirin û hîç nebê le zîndanda demřizênin, xom amadey hatnewey êran kird.
mam ’elî ’ecemim dît, firmêskî be řîşe sipîyekeyda hate xwar...
- mam ’elî bo degrî?
- xemî tome. minîş dêm bo êran.
- kake dêye çî? pîremêrdêkî wek to ’emeleyîşt des nakewê, ’erebîş baweř nakem karyan be pîrêkî wek to hebê bo xot le zînwê bimênewe... mam ’elî lebîrim çû: dû şûşe areq le małî suleymanî pêşmergeye; pêy dełêm bitdatê!
be çend řannideyekim gut bimbate çoman; hêndêk kêtbim lewên byanhênim. kes neydewêra bê; le tirsî pêşmergey nahumêd kiraw. «ḧusên kawanî» gutî min debtem. le řêge le çend cê pêşmerge řayangirtîn, deyangut: mam hejar! to pyawî çak bûy; diz nebûy. ême diłman naye to bikujîn... geyme çoman, řannide gutî birsîme. gutim ba biçîne lay kak suleymanî pêşmergem, nanêkit bo peyda kem. eger çûm çendim pê seyr bû: mam ’elî be ’îşqî dû butił areqewe, lew xetere netirsabû, hatbû werîgirtibû! be naw dengî teqe û giryanî pêşmergeda hatmewe ḧacî omeran. her wa karwanî mał bûn deřoyştin. gutyan pyawî êranî leser sinûr çek û kitêb degêřnewe. demançekem da be mam ’elî, kitêbekanîşim becê hêşt. legeł tirumbîlêkî małe barzanî hatme neẍede. lem hera û naxoşîyeda le bîryan neçûbû řadyokem bidzin!
le naw felekey neẍededa degeřam, «kuřî řeş» (’elîy kuřî pêşewa qazî miḧemmed) dabezî û yektirman maç kird. ’elî gutî: zor bedaxewem ke êwe taze hatne ew dîwe min le ełman bûm. zorî bexêratin kirdim û řoyşit. paş maweyekî zor, řojêk le kerec hate lam, gutî bimbe lay «şîrazî». le řêgeda gutî: ḧeyf ke hatye sabłaẍ lewê nebûm.
gutim: kake! le neẍede dîtmî, gutim minêkî ke zor le babî ew nizîk bûm û ewîş ewende destî deřwa, hîç nebê dełê biçne naw xanûyêkî minewe le sabłaẍ ta fikirêktan bo dekirêtewe. to ew pyawetîyeşt le dest nehat. eger êstaş pêt dełêmewe boyeye ke hîç çawim le çaket nîye. bełam kulîcî twanî ew kare pyawaneye bika. ḧezim dekird toş zor pyaw bay!
gutî: hejar! dewłet minî kirde desmał kaẍezî; çiłmî xoy pê siřîm û îtir qedirim nema!
- kake! pyaw bay nedekiray be desmał kaẍezî; fermû ba biçîn şîrazît nîşan dem!
dway çend řoj, le neẍedewe řegeł barzanî kewtim û hatmewe taran. emcare le meydanî tecrîş le małêk bûyn ke ewîş her ser be sawak bû. řojane degeł «ḧemey ’ezîz» şeş se’at be pyade xeyabanî taranman gez dekird. ne kar û ne bar... îcazem wergirt biçmewe serî mał û mindałim bidemewe. «emanî»y gutî le mehabad şunasnamey xot wergirewe! defterçey penahnidegît lê destênmewe. çûmewe sabłaẍ.
dełên şa’îran be xeyał koşk lepişt hewran dirust deken; bełam natwanin tya bijîn.
min egerçî hemû jyanî xom dořandibû, bełam demgut xełkî sabłaẍ lêm řûne ew hemû mandûbûn û jyan befîřo çûney minyan her leber çawe û řenge zorim ḧurmet bigirin. bełam tewaw pêçewane bû. hîç kes neydewêra tenanet cwabî siławîşim bidatewe. çend kesêk wek «se’îdxanî humawîn», «xałemîn», «yûsif ewramî» carî wa bû dehatin seryan dedam. ke le małîş derdeçûm, deçûme dewaxaney «eyyûbyan» ke xizmim bûn, yan serim le kitêbxaney «xelîl mwefeqî» deda. tenya dû kes hebûn ke minîş û se’îd nakamîş deçûyne dûkanyan û be řûy xoşewe deyandiwandîn: «ḧacî mutellîb» û «westa miḧemmedî şûşefroş». yek dû carîş çûme dûkanî «sidîq ḧeyderî». le şar û xełkekey tewaw bêgane bûm. naçar her le beyanîyewe ta êware le serbanî małî seyîd ’ewłay kulîcî dadenîştim û demřiwanîye kołan û dem çem.
pyaw heq biłê, «ḧemedî kerîmî» baş bû; hatuçoy dekirdim û mindałekanmî be tirumbîlî xoy degêřa. şewêk dehatmewe małî kulîcî, le piştewe yekêk bangî kirdim; «ce’ferî kerîm» bû ke le zemanî komełeda zor aşnay nizîk bûyn. gutî: bibxişe ke nehatûme lat; le mał nebûm.
gutim: kak ce’fer! xeberim heye le mał bûy çawîşim lewe nîye to bimnasî. ḧemedî birat toy lay min řûzerd kirduwe ke dewêrê bimdiwênê...
tûşî kesanêk debûm le ser xeyaban, dostî qedîmî bûn; be çaw siławyan dekird û zû têdepeřîn. hemû kes lay wa bû her em řojane min î’dam dekirêm û ewanîş be tometî siław le min kirdin, tûşî beła debin. beřastî zigim bewaneş desûta. her pêm xoş bû zû sabłaẍ becê bêłim. şitêkîş ke zor leber diłim giran hat: demdî hîç sabłaẍîyek xo be kurd zanînî lebîr nema; ser û binî hemû qisan, le hemû şwênan, sifte û bank û ferş û neẍdîne bû. sabłaẍêk ke merkezî meř û małat û mast û řone, mastî qutûy tewrêzyan dekřî! hîç wek kurdistan nedehate berçaw...
řefîqî sabłaẍim her ew ’êraqîyane bûn ke małyan hatbuwe sabłaẍ. degeł ewan deçûme qawexane û geřan. beyanîyek le xew hestam, gutyan jandarmêk le agahîy şarebanîyewe hatbuwe dwat. ’ebdułłay biram û seyîd ’ebdułłay kulîcî gutyan êmeş degełta dêyn.
- na kake xom deçim bizanim çîyan dewê.
kabrayekî kurd (ře’îsî agahî) destî be pirsyar kird:
- nawit? ’umirit? to wextî xoy komonîst bûy, hełatûy... lew qisane.
gutim: to kurdî sabłaẍî?!
- bełê!
- kake xot na, bawkit, daykit, qet boyan negêřawyewe ke komełe hebuwe, qazî miḧemmed hebuwe, daway îstîqlalî kurdistan kirawe?!
- na, nembîstuwe!
- ḧezim dekird bîstibat! min daway dabeş bûnî xakî êran û îstîqlalî kurdistanim kirduwe; qet hênde xwêřî nebûm komonîst bim!
- to le dwênêwe hatûye sabłaẍ, bo xeberit be şehrebanî nedawe?!
herçî depirsê û cwab dedemewe, deynûsê.
- dwênê? wa min ḧewt řoje hatûmewe! to be hemû zîrekîy xot dwênêt pê zanîwe; keçî małekeşim le nizîk şarebanîye!
- ewane îmza ke!
xwêndimewe, neynûsîbû ḧewt řoje hatotewe. gutim:
- ta nenûsî îmzay nakem! debê dewłet bizanê agahî çend wiryaye!
jandarmêkî bew perwendewe degeł nardim bo sawak ke be naw bazařda têpeřîn. le sawak kabrayekim dît be nawî «twîserkanî». her minî dît milî le cinêwdan be jandarmeke na:
- boçîtan hênawe? kê gutûye?
telefonî le agahî kird û çend cwênêkî bewîş da.
- be şerefim nemangutuwe û agaşman lê nebuwe toyan bang kirduwe û hênawyanye êre!
- aẍay twîserkanî! min hênde sade nîm. be şerefit eger êwe dawatan nekirdimaye, agahî - ke segî xotane - ḧedî nebû bangim ka. êsta bo çîtan hênawim? axir seyadyan wek to swêndî xward ke kes basim neka.
- be hênde swênd û qur’ane ême agaman lê nebuwe; bełam taze hatûy, çend pirsyarêkit lê dekem! eger pêt xoş bû cwabim bidewe.
- bełê fermû!
- ’ebduřřeḧmanî qasmilû denasî?
- biraderêkî xoşewîstime.
- le kwêye?
- le pirag mamostay danişgaye.
- dersî farsî dełê?!
- dyare xot naynasî. ew pyawe no ziman dezanê, dersî îqtisadî syasî be zimanî çîkî dełê.
- komonîste?
- baweř nakem; çunke ḧîzbekey melay nwêjkerî têdaye, seyîdî têdaye. řenge mîllî bê.
- ḧemîd xusrewî denasî?
- bełê, ewey dû mang girtûtane û latan waye casûsî řûsane.
- çon pyawêke?
- baweř nakem řûsya ewende nezan bê pûłî xoy le ḧemîd xerc bika ta casûsî pê bika. ḧemîd le bazař berełayeke, małe xoy pê nazanêtewe!
- duktur miradî řezmawerî denasî?
- bełê, ew boye debê casûsî gewrey řûsan bê; zor zîreke. bełam lenêwan ełman û moskoda hatuço deka û carubareş dête beẍdaye.
- to pêt xoşe le sabłaẍ bî ke wetenî xote?
- ḧez dekem le çabehar bim nek le sabłaẍ! em hênanem bo sawak dezanim bo çîye: be hezaran pyawî bêkar heye nanî şewî dest nakewê, minyan ke le kitêbxane dîwe, yan le dewaxane, be pele yekêk hatote lat: hejarim dît siławyan lê dekird! toş řenge de timenêkit mijde dabnê. hemû řoj taqetim nîye bême sawak û biławî bikenewe ke min bûmete hawkartan. her êsta deçme lay seyadyan û bizanim bo çî qewlî da ke sawak karî pêm nebê û diroy kird?
le sawak řizgarim hat û îtir taze ew xanuwem nedîtewe. daway şunasnamem kirdewe. gutyan jimaret çend bû? xuşkim gutî: kakim pêş mine û jimarey hezar û çwarsed û penca û duwe. şunasnamey xom û mindałekanim sand.
zor řojan deçûme neẍede; wa debû çend şewêkîş demamewe. carêkî tir le sabłaẍewe hatmewe taran. řojêk nesîrî hate lay mela mistefa, be xêratnî minî kird. barzanî pêy gut: hejar degeł min hatotewe. debê karêkî hebê pêy bijî û nabê le xoşim dûr kewêtewe.
gutî: bełê xanûyêkî dideynê le nizîk to bê. bełam le bîrit neçê, şa her fermûye «perwendey wegeř mexen!» ême natwanîn karî bideynê. bełam bo xatrî to, ew bo xoy ḧewlî kar bida, eger le ême pirsyar kira, dełên mwafqîn. xot dezanî sipûrî cadeş bebê mwafqetî ême danamezrê!
barzanî çowe neẍede ke małî lewê bû. minîş çûme małêk ke her sawak bo duktur şefîq qezazî girtibû. şaxewanîş - ke muhendîsêke - her lewê dejya. heqî nûstinim nededa. maweyek wa mamewe; ne kar, ne bar. karman êware sînema û şew timaşay telefîzyon bû. paş maweyek duktur şefîq deřoyşit, hatne serman ke em małe çoł ken! şefîq naw małekey xoy - cige le telefzyon û situryo û yexçał û şitî beqîmet ke firoştinî - da be min; ke to małit nemawe. ewanem birde jûrekewe ke bibuwe menziłî barzanî. «’ebduřřezaq menguřî» nawêk hebû ke çend sał bû le taran dejya û kone pêşmerge bû; zorbey şitekanî lê dizîbûm. daxim naçê ke defterêkî şî’ir û çend yaddaştêkî minîşî dizîbû; neydamewe.
sawak xerîk bû xanû bo barzanî û hewałanî peyda kat. çend şwênêkman dît, barzanî řazî nedebû. yek lewane ’imaretêkî cê sefaretî îngilîs le şahabad bû lebin çyay elburz ke «xuřem» kiřîbûy û deskarîy têda dekird. xuřemim dî. azerbaycanîyekî zibrî qamk estûr, ke deyangut le fe’leyyewe bote xawenî milyonha milyon. ke hat emanî pêy gut demanewê em xanuwet lê bikřîn. gutî: xuda şahîde min nokerî şahim!
gutim: emanî! be ḧeyatî xoy qisêkî řastî kirduwe!
emanî zor pêkenî. çûyne seyrî parkî xuřem ke ewîş mułkî xuřem bû. ke hatîn biřoyn xuřem gutî: meřon denêrim kokatan bo bênin! barzanî gutî: pûłeket le gîrfanit bimênê baştire!.. le gewherdeştî kerec zor xanûyan nîşan dayn, barzanî qibûłî nekird. axrî biřyar dira le ’ezîmîyey kerec çend xanûyêk bikiřn û têyda bibîne penahende.
wextê le xanuwekey degeł şefîqyan řagwêztîn, «aẍay mubînî» nawî sawakî - ke le dwaye kira be estandarî wirmê - gutî: to le utêl dyamond dademezrênîn leser ḧîsabî xoman. şewêk lewê mam; wek le tewîleda bim. beyanî be kak muḧsîn dizeyîm gut - ke karubarî êmey awarey hewałanî barzanî beřêwe debird - kake! ne şew çwar dînar ḧeqî xewm biden, ne hîçîm lêtan dewê. çûme lay řesûłî biram. petûyêk û berheywanêk, îtir le minnetî sawak ḧesamewe.