kuřî řeş

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  950 views

barzanî tawêk lêmî deřwanî û sîẍarî dekêşa û cwabêkî nedamewe. deydî zor diłim piře û giryan gerûy girtûm. gutî:

- hejar! her le sabłaẍewe wata sî sał debê dostî minî. ewa çend sałîşe pêkeweyn. min tom be wefadartir pyaw zanîwe lewaney ke nasîwmin. le bîrte ke be eḧmed tewfîqit gutbû eger barzanî bibête polîsî dewłet, hêşta destî lê bernadem? le bîrte ke le koye gutit eger be tenya leser berdêk bî û hemû dinya dujminit bin û hicûmit bo biken, min dême lat lew serd berde? eger hemû kes tenanet kuřî xoşim lêm dûr kewnewe û becêm bêłn, ewendem kar lê naka ke to le axrîn demda - ke zor tenganeye - becêm bêłî. to detgut amadem be giftî to bimirim. de êsta becêm mehêłe! wa bizane êranî detkujin. wefadar be û le řêgey řefaqet û wefadarîda gyan bide! emřoş nebê her demrî. ḧeyfe be wefadarî bo dostî çend sałet nemrî...

gutim: qurban besyetî! amadem ta demirim wefadar bim. le êran bimkujin yan ḧetta abřûm biçê ke le kuştin xiraptire becêt nayełim. serim le řêtaye û le kwê to pêt dabnêy, xakekey qîbley mine! ewa gyanim pêşkeş be wefadarîy to bê û to bîxeye ber seg, fexrî pê dekem...