le 1974da şeř qewmayewe
řojî bîst û noy mangî noy 1971, yazde mela le necef û beẍdawe hatbûn ke çawyan be barzanî bikewê le ḧacî omeran. pêştirîş zor deste le beẍdawe dehatin. melakanim le qawexaney ḧacî omeran dît; sałḧ meḧmûdyan degeł bû. gutî toş were dîwexan bizane ew melayane dełên çî. gutim min ḧez le çarey melayan nakem. çûm le małî ’elîye kurde xewtim. le xewekem be dengî tifengan řapeřîm. dîtim le dewrî małî mela mistefa teqeyekî zor ẍałbe; řamkird. kabrayekim dît hełdêt. heram kird: mehêłn kes le dê derçê!
«suleymanî ḧacî bedrî» serdestey ḧeresekanî barzanî bû; gutî kołanan bigirin! geyme nawendî teqeke. gutyan bombayan le mela mistefa teqanduwe. degeł eweşda ke le tawan wext bû şêt bim, heram kird:
- pyawî ça bin meyankujin! be saẍî byangirin! xeberyan lê werdegrîn.
kes gwêy be min neda. min her ew hawarem dekird û be naw tifengiçîyekanda desûřamewe. lepiř bombayek ke lebin maşênêkî toyotawe qaym kirabû teqî. pitir le dû mîtir le cêy xom peřîm; bełam nekewtim. řannidey toyota - ke efserêkî be’sî û be cilî řannideyîyewe degeł melayan hatbû - lebin toyotakewe teqandibûy; xoşî kujrabû. mela mistefa û duktur meḧmûd le jûr hatne der. barzanî seruçawî xwênawî bû; zor şad bûyn ke nekujrawe. ewîş be suleymanî ḧacî bedrî gut: meyankujin! suleyman - ke be carêk şiłejabû - le barzanî tûře bû; gutî: biřo ewe karî to nîye! barzanî gutî: wa tûřeye lewaneye minîş bikujê! řoyşit. zor zû teqe westa. hêndêk le melakan ke penayan be awdest û jûrî tir birdibû kujran û kelakyan řakêşan. hewweł kes min çûme jûrî danîştinekewe. yek le melakan leser kursîyek destî weber çeney dabû; danîştibû. wa mizanî zînduwe. ke boy çûm parçey bomba we bin hengiłî kewtibû; her le cê mirdibû. řamkêşa ser ’erz. kelakekanî tirîşyan hênaye ew jûre. agir ber bibuwe jûrî nwênan; pyaw le dûkeł dexnika, degeł ’elîye kurde xoman de jûrî agir řakird û twanîman bîkujênînewe û leber dûkeł û koxe çawman sûr û hełmisaw bû. minyan kirde me’mûrî pişkinînî kelakan. gîrfanim betał kirdin. yaddaşt û nûsrawekanyan û se’at û pûłyan ko kirdewe; hîç şitêkî waman dest nekewt ke mela boye hatbin barzanî bikujin. le gîrfan yekêkyanda řoj be řojî sefer le necefewe nûsrabû ke: «şew le utêl muxtar bûyn. beyanî swar bûyn û geyne fiłan cêge û fiłan şew řamanbiwarduwe...»
min be biřway xom way bo çûm: melakanîş xeberyan lew pîlane nebuwe. nardûyanin ke êwe degeł barzanî qise biken. dezgayekyan le qedî yekêkyan bestuwe ke eme zebtî denge. eger barzanî destî be qise kird ew dugmeye bikewe! dengekey xoyman dewê. mela ke le beranber barzanî danîştuwe, her ke dugmey kirdotewe, bomba buwe û teqîwe. bo xoy bibuwe penca parçeş zyatir. goşt û xwênî be mîçî jûrekewe nûsabû. dû efserî be’sî be nawî řannide - ke melakanîş neyannasîbû - tirorî barzanîyan pê sipêrabû. têşgeyenrabûn ke barzanî le fiłan wetaẍ mîwanan debînê. maşênî toyota lebin dîwarî ew wetaẍe park kirabû. maşênêkî tirîşyan pê bû ke cêgey park kirdinî lewê nebbû; dûrtir řagîrabû. bełam ew řoje barzanî le wetaẍêkî dîkeda çawî be melayan kewt. řannideke zanîbûy kar le kar tirazawe, bombay bin maşênî teqand. serbanî wetaẍekey nizîkî tewaw hełweşand û têkupêkî da. geyştîne ser maşênekey tir, dû bombî zor dirêj û estûrî lebin qaym kirabû. yazde kelakman bin gił xist û dwanyan wa le ber yek çûbûn nezanra parçeyan le kwêye. dway dû řoj, pyawî sedam hatin û ḧaşayan kird ke dewłet agay lê hebuwe. barzanî hîç lomey sedam û dewłetî nekird û be ser xoy nehêna. ew řoje detwanim biłêm le hemû řojekanim tałtir û dwayîyekey şîrîntir bû ke demdî barzanî le kuştin xelistuwe. dwayî le beẍda bîstimewe ke acudanî sedam telefonî bo kabrayekî kurdî aşnay kirdibû ke barzanîman le koł dinya kirdewe.