be’sî dîsan kewtine gendeł-fêłan

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  767 views

le sayey swał kirdinî êmewe, yekcar zor kitêbî zor başman bo koř peyda kirdibû. «ḧacî cendî» û «qenat» bûne endamî fexrîy kořî zanyarî. zor zû çûme kurdistan û peyamî ẍefûrofim be barzanî geyand. gutî: řûs le peyman bestin degeł be’sida ke xudmuxtarîman bidenê, xoyan zoryan ḧewl da, keçî êste deyanewê bê hîç ḧeqêk xoman teslîmî ewan bikeyn! mirdin sed car lewe beşereftire ke paş ew hemû xwên řijane, ser bo dujmin şoř kem û şermezarî gelim bim . eger mesłeḧetî şorewî lew teslîm bûnedaye, mesłeḧetî kurdî têda nîye...

le paş î’lanî xudmuxtarî, biraym eḧmed û celal tałebanî û ’umer debabe û hemû deste û besteyan hatnewe lay barzanî û ’efûy kirdin û le çya degeł xoman dejyan; wek qet nêwanman naxoş nebûbê. ḧacî miḧemmedî şêx řeşîd - ke dujminî here sersext bû - xoy serbexo hat bo dîdenî mela mistefa û dexaletî pê kird. małim heqe mela mistefaş zorî ḧurmet girt. carêk beẍda xeberî bo ḧacî miḧemmed nardibû ke biçête beẍda. le weramî tîlgirafda gutbûy: min lew řowe nokerî barzanîm û her gewreyekim heye, ta ew nemnêrêt min ḧikûmet nanasim!

be’sî ke peymanî pazde sałeyan degeł řûs bestibû, şyû’îyekanîşyan birdibowe lay xoyan û çawî hemû xwêndewar û be karî kurdîşî be pûł û pile nûqandibû, deyzanî zeḧmete em şořşe dûbare wek caran zîndû bêtewe; lêman kewte gendeł fêłan! hatuçoker dehatin û le layen dewłetewe giftugoyan degeł barzanî dekird û her xerîk bûn ke nawî berin.