dîtnî sadqî biram paş bîst û ḧewt sał

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  808 views

sadqî biram ke be naw mewlanay xałî bawkimewe kirabû, temenî heşt mang bû bawkim mird. min hem bawkî bûm hem daykî; çunke daykî le paş sałêk mergî babim, mêrdî kirdewe û becêy hêşt. mindałêkî zor xwênşîrîn bû. carî wa hebû jinanî dê lêyan dedzîn; şêt debûyn ta boyan dehênaynewe. hemû dił û gyan û îmanim be ser xoşewîstîy ewda saẍ bibowe... ke bibuwe çwar sałe, kemêk dersim pê gut; zor zîrek bû. ke hatîne bokan le medrese dammezrand. hemîşe le nimre kokirdinewey ḧewtaneşda her yekem bû. le bîrme carêk le małe «sałḧî şatrî» bûm le sabłaẍ, gutyan sadiq le bokan nexoşe. le bîrim çû kewş de pê kem; be tay gorewî řamkirde der. le kołan kewşekanyan bo hênam û be pele xom geyandewe lay. şeqî zemane way hełdaştim ke sadqim le kilasî dûhemî seretayî becê hêşt û lêm bibû be dax û ḧesretêkî gewre. tenya carêk ke le cizîrî sûrya dejyam, yanî paş yazde sał dûrî, nameyekî sadqim le taranewe bo hat. nûsîbûy: pareke xeberî toyan dawmetê ke le «qiburalbîz»y. basî xoy kirdibû ke dway dîplom wergirtinî, le danişgay bijîşkî qibûł kirawe, bełam çunke ’ebdułłay biray destî baş nařwa û bijîşkî mixarc û mawey zorî dewê, wazî hênawe û le darulmu’elîmînî berizda damezrawe. îtir xeberim lê biřabû. ewa dîsan le feřanse deybînmewe. zorim supasî xanim «coys bilo» kird ke em dyarîye be qîmetey nîşan dawim.

«coys bilo» jinêkî cûlekey feřansî bû ke be mindałî le mîsir jyabû. ’erebîy mîsrîyaney wek bilbil dezanî. karî leser edebyatî kurd dekird. dersêkî basî kurdî, le «sorbon» degutewe. degeł duktur kamran ’alî bedirxan û xanmekeyda - hatbûne nawpirdan le şořş - bibûyne aşna. hatbuwe beẍdaş û de’wetim bo kirdibû. le kořî zanyarîşda çend řojêk pêkewe bûyn û degeł duktur kemal û minda zor nêwanî xoş bû. wa bizanim her ewîş sipardibûy ke le kořî zanyarî, kemal û min bang ken.

sadiq małêkî girtibû le tebeqey hemkefî xanûyêkî ḧewt tebeqeda le nizîk «sorbon». qerar dira min mîwanî ew bim. coys xanûyêkî betałî pê sipêrabû ke xawenekanî be sefer çûbûn. ewîş dira be kemal ke lêy binwê û parey utêl nedeyn. xuşkêkî coys le norwêjewe be maşênî xoyewe hatbû. îtir maşênî coys û xuşkekey - ke ewîş ’erebîy lehcey mîsrî baş dezanî - hemîşe deber destimanda bûn.

lew řojaneda ke taze çûm, sadiq çawenoř bû jinekey be mindałêkî sawawe bête feřansa le taranewe. řojane deçuwe fiřge û ta nîweřo nedehatewe. řojêk gutî: to le mał be! telefonim kirduwe yexçałim taze kiřîwe; le kar wêstawe. dû car muhendîs hatuwe le mał nebûm. ew řoje muhendîs nehat. sadiq le daxan şeqêkî de yexçał hełda; we kar kewt! muhendîs hat gutî hîç ’eybî nîye. gutî: bełê fêre şeq têhełdan bû; nemzanîbû!

lem tebeqey hemkefe ḧemam hebû; bełam le tebeqekanî bała nebû. deyangut le małe feřansîyanda ḧemam zor keme. ḧemamî wek wiłatî xoşman nîye. deyangut ew hemû ’etre ke le feřansa dirust dekirê û sedan sałe ’etrî here başe, her boyeye ke bogenîwî xoneşoran dapoşê!

jin û mindałî sadiq hatin. îtir le babet çêşt û nanîş ḧesaynewe. xwa taze kuřêkî dabû be nawî «şahîn», ke min gutim debê nawî «şaho» bê; be nawî kêwî kurdistan. jinî sadiq, kiçî seyîd ’ebdułłay eyyûbyanî xawen dermanxaney mehabad bû; ke pyaw heq biłê zor kaban û destawxoş bû; be nawî «nusret xanim» ke êstaş her jinyetî û daykî sê mindałane be nawî: «şaho» û «řamîn» û «sara» û le taran dejî.

řojane pencerey kołanim dekirdewe; gutyan le feřanse kes pencere nakatewe. řenge cîran pê tûře bin! gwêm nedaye! keçî çend małe cîranêkî tirîş çawyan le min kird û pencereyan dekirdewe û hîç dinyaş xirap nebû!

ke le serî kołan batdedawe berew mîtro, dûkanêk cûçke mirîşkî yek řoje û dû řojey lê defroşra; pişîleyekî zelamî zerdî mil û kilk estûr pasewanî cûçkan bû; lenaw wîtrînekeda denûst. cûçke be ser dem û çaw û kilk û laqîda hełbez hełbezyan bû; ew pirxey dehat! eger kesêk destî le şûşey wîtrîn deda, řastewe debû; kilkî qinc dekird û deyewîst be gij dujminî cûçkanda biçê. zorim pê seyr bû. zor car le dyarî dewêstam.

mîtroy parîs zor dûr û dirêje û zor kilkî lê debnewe; bełam be cwanî û řêkupêkî mîtroy mosko nîye. şewane be sedan le aware û bêmał û ḧałan lenaw mîtroda denûstin. sadiq nexşeyekî çikołey mîtroy dabûmê ke gum nebim. kwêm bwîstaye, be îşare nîşanim deda û deçûm. coys zor cêgey way pê dezanî ke nehar û şamî herzan û bo danişcûyan bû; zorman lew behre debird. řojêk degeł coys be ber muẍazeyekda řabirdîn. leser bałtoyekî jinane - ke nazanim kewłî çi bû - nusrabû: «sed û sî hezar firank» ke deykirde sêzde hezar dînarî ’êraqî. coys qisey degeł jine muẍazedar kird, gutî: gutûme bo wa girane? dełê: ewe bo jine feřansî nîye. jinêkî milyonêrî emrîkayî ke deybînê, be herzanîşî dezanê û çekêk denûsê û deykate ber!

le hemû zimanî feřansîda «sîl vu pilê» fêr bibûm ke yanî «tikaye, xwahîş dekem». şewêk le mîtroda serim lê şêwa, herçend sadiq gutbûy pirsyar kirdin le kes baş nîye û qibûł naken, milim le pirsyar na, ta hatmewe mał. pirsî çon hatîyewe? gutim: heşt sîl vu pilêm xerc kirduwe!

beřastî ke dełên parîs bûkî cîhane, řast deken. şarêkî zor cwane; piře le baxçe û seyranga. şînayî û keskayîy ewêm pê le keskayîy gya û mêrgî wiłatî tir keskitir dehate berçaw. le cwan kirdinî şarda hîç dirêẍî nekirawe û bûkî řazawey xeyałe. carubare le hêndêk şwên tûşî xanûy řeş be dûkeł, dîwarî naqołay nîwe řûxaw debî; bełam zorbey şareke zor cwan û pak û xawêne. qawexaney yekcar zore ke le şwênanî tir wa nîye. betaybetî le nizîk danişgay sorbon her yekcar zor bû. ta mandû debûm deçûm qaweyekî turkîm dexwardewe û îstiraḧetim dekird.