kongirey řojhełatnasîy dinya le feřanse

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  780 views

de’wetêk bo kořî zanyarîy kurd le feřansewe hat ke le kongirey řojhełatnasanî dinyada- ke her be çwar sał carêk debestirê- beşdar bîn. duktur kemal mezher û minyan destinîşan kird. be teyare geyştîne fiřgey «orlî». xanim «coys bilo» degeł lawêkî ser xiř çawenořî dekirdîn. bîst û ḧewt sał bû birayekim le kilasî duwemî îbtîdayî le bokan becê hêştibû, êsta le feřanseye û bo dukturay şîmî dexwênê. be sere xiřekey le dûr nasîmewe; be dîtnewey giryanim hat. jyanî ew çend sał lêk hełbiřanem wek şirîtêkî sînemayî hatewe berçaw...