karesatêkî diłtezên

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  888 views

kak ’ebdulxalq cîpêkî peyda kird û birdye xanê bo ser ḧekîm; hênayewe. birakanî kiç le ḧekîmyan pirsîbû, gutbûy ḧamîle buwe û berî hawîştuwe.

şew be tenya le jûrekem demnûsî, pîremêrd û kiçekey hatne jûr. pîre gutî: kuřekanim bezor ew kiçem deden bew řenicbere; to qibûł meke; lepiř çwar kuř be tifengewe hatin dengî bawik û xuşkyan da ke hestin! min derkewtim ke nehêłim byanben. qayşî tifengî yekyanim girt, be dwan řo hatne qayş û kêşayan; destim birîndar bû. heram le hewałanî meqeř kird, kes be dengimewe nehat. hîç derfetyan neda û le derkewe kiçyan be tifeng kuşt. pîre mamîş hełat; qatłekanîş hełatin.

jûrekem ’erzekey piř bû le xwên. ke dîtim hewałekanim taze peyda debin û be dengî tifengewe hatûn. laşekeman birde dewrî kanî; dayk û xuşkî be şîwen birdyanewe mał. be suleymanim gut bizane ew şitaney xwênawî bûn le ser kanî byanşorewe. suleyman ke her de xeyałatî ew karesatedaye û ser doşekêkî şituwe û leser pilûskî kanî danawe û xerîkî şutnî şitî dîkeye, serdoşek tep de kanî dekewê; ca were û hełê! weyzanî mirdû hatotewe ser kanî!

jûrekem zor dîmenêkî xirapî bû: le zemîn ew hemû xwêne, pełey xwên be dîwaran hełpiřjawe, cê gulle le dîwaran dyarin. herçî gutyan be tenya lêre menû, çiram kujandewe û le ser textekem řakşam. bełam ta xewm lê dekewt, kiçekem dehate xewnewe; depařawe ke: zułmyan lê kirdûm, mezłûmim, xwa hełînegrê... çend car bew xewne řapeřîm û zorî kar lê kirdibûm. ke dwayî wê kewtim, pîre, gewadêk buwe; qewlî be řenicbere dawe kiçekey bidatê le batî şertî řenicberî. dengî nekirduwe ke bo be şew legeł kiçekeyda pêkewe dejîn. êsta ke kar nemawe, lêy peşîman botewe û ew ketneyan gêřawe. şikayetî sûkayetî be ser binkey pêşmergem geyande kuřanî barzanî. qatłekeyan çend řojêkî kem ḧebis kird û berhełda kira û her be pêşmergeyî mayewe.