şeřî 1967y ’ereb û îsra’îl

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1052 views

wek dezanîn le mangî cunî 1967da şeřî îsra’îl û ’ereb qewma. ême ke le şeřda zor bawman xoş bû, pyawî dewłet hatin- ke şêxêkî ’areb û fermandey dû supay ’êraqî le hewlêr û kerkûk bûn- dawyan le mela mistefa kird ke lew şeředa yarîdey dewłetî musułmanî ’êraqî bida be dijî cûleke. min lew meclîseda ḧazir bûm. mela mistefa gutî: şêx ’asî dełêy ba şîr hełkêşîn û biçîne cîhad. zemanî şîr hełkêşan beser çuwe. biřwaşim waye ’ereb dereqetî cûleke nayen; ke îsra’îl dewłetêkî ’esrî û sen’atkare û dinyaşî lagre. bełam çunke şeřî musułman û cûlekeye, min şeř dewestênim û musułmanetî wam emir pê deka ke le řojî wa tenganeda nebme xencerêk le piştewe le musułman dem û cûlekeş her byankujin... min ke xom lam wa bû çaktirîn firset hatuwe şeřeke gerimtir keyn û beẍda naçar bikeyn beser çokda bê, ew cwabem hîç be lawe pesind nebû; bełam desełat çîye?

fermandey hêzî hewlêr le naw qisanda gutî: nazanim kê fermandey supay îsra’île?

be lehceyekî piř le gałtewe gutim: mûşî dayanî meşhûr ke dinya deynasê çi bełayeke!

sibey ew řoje- ke wituwêjkerekan řoybun- min destî mistefa û zagrosî kuřim girtibû, le pişt gundî řêzan demgêřan; mela mistefa řadebird; bangî kirdim:

- xeber çîye?

gutim: xwa şukir ’ereb û îslametîyekeyan zor kize! çwarsed teyarey mîsrî leser fiřge sûtawe û cûleke gałeyan pê deka.

dengî nekird û řoyşit. çûbuwe gełałh; cewher hîranî le qawexane gutbûy: îşałła cûleke hemû ’areban qiř deken. girtyan û dû mangyan ḧukim da!

zorim ḧez kird ke cû be ser ’erebda zał bûn. ’eksêkî mûşê dayanim le juwekem beranber be xom hełwasîbû.

çend řojêk aşpezman nebû; ḧałman şiř bû. kuřêkî ’erebî pêşmerge hat gutî: min aşpezî çakim; aşpezî bo kirdîn. dway çend řoj gutî: nemkene guwîndey řadyo, aşpezî nakem! taqîman kirdewe, dengî be kar nedehat. ewîş pêy çeqandibû her debê guwînde bê. gutim: ebûtalîb! leweta hatûy cinêw be komonîst nadem leber xatrî to, ’eksî mûşê dayanîşim labirduwe. biřo azadim ke û her nanî wişk dexom!

çend małe kurdêkî turkyayî le ’eşîretî «qişûrî» le dewrî binkekeman bûn ke hemûyan ’ewladî pîrepyawêk bûn; ewîş małî serbexoy bû. degeł eweşa ke kuřekanî çwar kes û pêşmerge bûn, şînawerdîşyan kirdibû.

kuřêkyan legeł xuşkêkîda le jûrêk dejyan, lawêkî bêganeşyan wek řenicber degeł bû, şewane lew jûre denûst. carî wa hebû çend řoj her ew bêgane û kiçeke be tenya şew le małda demanewe.

daykî kiç řojêk hawarî bo binke hêna: kiçekem xwênřêjî deka, ewe demrê.