seferêk berew «zînwê»

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  799 views

emcar çûme «dîlman» û be mela mistefam gut wekîlî to le wełzê řêgey dawe zułim lew feqîrane biken. nardî ne’manyan girt ke wekîleke bû. le tewîleyan kird ta be tikay min paş çwar řoj beryan da. sûxtî ew zistaneman lew dare tałanîyane pêk hat.

degeł mecîd û mela seyîd řeḧman seferêkman berew «zînwê» kird. şew le «nawberge» mîwanî mela miḧemmed nawêk bûyn. beyanî her le małan awa bûyn, dû teyarey hukirhenteryan hatne ser. gutim xo bişarnewe! cêgekem řûten û xîzeşîne bû; le řast xom danîştim, qutûy sîẍarekem derêna, sîẍarêkim pêçawe û damgîrsand. gutim ba axir sîẍar le jyanmida bikêşim. teyare lêyan qirmandim, çend meřêkyan le kerke meřêkî dewrî min kuşt; min weber nehatim. teyare çûn û min bangim kird: werin biřoyn! mecîd hat. mela řeḧman nebû. heraman kird, nałeyekî hat. lem sere çûbuwe naw diřwe şîlanêkewe, lew ser dernedehatewe. be laq kêşan derman kêşa. hemû dest û ser û çawî be diřwe şîlan de xwên hatbû.