bezmî xoşman le «sûreban»

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  893 views

bezmî xoşman le sûreban «nizar» naw, kuřî «sebrî botanî» bû. le kerkûkewe hatbû. mindałêkî 16 - 17 sałe bû. řoj ta êwarê degeł segelî naw dê hełdesûřa; de baweşî degirtin; maçî dekirdin. xełkî dê şityan pê nedefroştîn, deyangut giław debîn. herçî degeł nizarim dekird, bêfayde bû. bawkî le xoşîy zîrekî «nizar» pêy be ’erzewe bend nedebû, hemîşe tarîfî dekird.

řojêk gutim: nizar leẍezêkit lê pirsim: dû bizin yekyan řûy de řojhełate û yekyan řûy de řojawaye; leser baqe gyayek deleweřên, ewe çon debê?

qederêk mat ma, gutî: bizin nabê, esp debê; ke parwêk hełdegrê û awiř bo paş qûnî dedatewe!

gutim: şitêkî ke pêşû bîstûte û zanîwte biłê; eto ewet dezanî!

milî le swênd na ke be zîrekîy xoy ḧelî kirduwe!

nizar kurdî nedezanî û kilasî şeşî xwêndibû. her zû gutî îcazem bide biçme lay bawkim.

- biço bełam zû werewe.

çûbû her le dûrewe bangî kirdibû:

- babe leẍezêkim be zîrekîy xom ḧel kird!

ke boy gêřabowe bawkî cwênî pêdabû:

- hetîw abřût birdûm!

ḧałî kirdibû ke zor hasane. nizar şew nehatewe. beyanî xom lê tûře kird ke bo diroy kirduwe.

gutî: segelim bo hat, be laytekem le demuçawî xom da, gutim min nizarî awałtanim, bełam qibûłyan nekird û nemwêra be şew bêmewe!

ca nabê le bîrman biçê ke layt [çiraqwe] be seg lêdrê le şewda, hergîz nawêrin nizîk pyaw kewnewe.

degeł nizar be řêda deřoyştîn, tûşî pyawêk bûyn kûpełe tirşyatêkî le ser barda bestibû.

- mamosta ew kabraye yan tirşyatekey bo małî xoyetî, yan bo małî cîranan, yan deyfiroşê!

gutim: yanî çwaremîşî mawe? yan de qebrî babî řadeka!

şewêk le jûr derkewt û befrî dîbû. hatewe gutî: şitêkî zor seyre, befir le ’erizdaye û estêreş le ’asman dyarin!

textî nûstinim le naw çapxaneda nizîk kûre bû. qeraxî lûle kûre le serban diłopey dekird. nizarim nard hêndêk giłî tê pestêwê. diłope wêsta, lepiř baweşêk befir û awim le serda kewt.

- nizar to çit kirduwe?

- mamosta dîtim befir le xoł paktire, befirim tê pestawit!

şewêk çend sofîlkeyekî dê lam bûn. nizar basî segêkî lê pirsîn ke naybînim, gutyan kuştiman.

ay xuda řeḧmetî bika cennetê, be xway řeḧmetî zor segî çak bû!

le sûreban maweyekî zor xalîdaẍay ḧîsamîşman degeł bû. carêk mam ’elî piławî lênabû, kakłey gwêzî tê kirdibû. xalîdaẍa pirsî: ewe le kwê gwêz de piław deken? min le cyatî mam ’elî gutim: le êran! mam ’elî sûr hełgeřa û be serîda neřand:

- axir tirim şêxałî! dû bist ’erze û bîst aẍay heye! to key dinyat dîwe? le hemû êran yek kakłe gwêz bebê piław naxon!

xełkî dê zoryan min xoş dewîst; dehatne lam û qisey xoşim degeł dekirdin. carêk çûbûme beẍda û xalîdaẍa le cêy min bû. çûbuwe ser banî pîrêjnêk gutbûy:

- zulê! ewe bo çî kere û mastit bo mam hejar dehêna û bo min nahênî?

- xalîdaẍa! mam hejar qisey xoşin lo deka. eto wek beraz ẍezrîwî lên çûye kunêwe!

xełkî gund hawaryan bo hênam ke xełkî «wełzê» hatûn dare pawanekanyan debiřn. mela seyîd řeḧmanim nard, hatewe gutî: dełên deybiřîn û cwabî kesîş nadeynewe. gutim werin řêgeyan lê bigrîn. herçî hat, bare dar û bare berman lê sandin, řûtman kirdin. pyawêk be sê barewe derçûbû; dûr kewtibuwewe. gutim se’îd û mam ’elî biçin ewîşim bo bênin. se’îd řaykird û be demançe le kabra řasa. kabra tifengîşî pê bû; şeřî nedekird û teslîm bû. mam ’elî ke hemû dinyay be çîrokî xoy kuştibû, zor be şilî deřoyşit. ta se’îd kabray hêna, emcar mam ’elî cwênî pê deda û heřeşey lê dekird.

- mam ’elî mergî ew ser û simêłet bê! xo netwêra biçye pêş!

- na, gutim dîhgane, fekîre, bo çî bîkujim?!