le çyay hełgurd, çaw pêkewtinewey selke řêwasan; paş bîst û çend sał

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  982 views

mela mistefa le kwêstanî «kîkan» bû; le çadrî mam teha nawêk. nûrî eḧmed teha gutî: degeł serheng mudeřřîsîy sawakî- ke nawî xoy nabû ’elî- be řêda deçûyn, gutî:

detnasim, to hejarî! gutim: dyare sawakîyekî zîrekî!

mela baqî seretanî bû; nardibûyane taran. sawak dewryan dabû, xistibûyane ber pirsyaranewe. mela mistefa xeberî danê ke debê de bîst û çwar se’ata bîhênnewe.

mela baqî gutî: hejar! le toyan lê pirsîm; gutim ew le lêwjeye û řoznameman bo denûsê.

- ca bo řastît gut?

- kake zorim diro lebo kirdin; gutim ba řastîyekêşî têdabê!

le lêwje lawêkî zor bała biłindî be ser û sîmayan nardibuwe lam ke êranîy kirmaşanîye û penay hênawe; nawî daryûş bû. paş çend řojêk řoyşit. defterêkî lê becê mabû; be xetêkî zor naxoş çend xatratî xoy nusîbû ke ser û binî xatratî medḧî dezgay şahenşahîy êran û gałte be gelî kurdî řût û kesîf bû. paş qederêk gutyan daryûş gîrawe û sawak daway dekatewe. gutim: ew xêr û bereketeyan bidenewe; řenge xoyan ḧez biken neyandenewe!

pêwîste emeş biłêm: dway cyabûnewey biraym û hewałanî, ḧîzb kongirey best û serlenwê mektebî syasî û tenfîzî û merkezî pêk hêna. çend kesêkî başî wek duktur meḧmûd û ḧebîb miḧemmed kerîm û hî tirî têdabû. bełam zorbeyan pyawî bêkare û amirhêzî ’eskerî bûn. «leber bê melayî be kełeşêr gutrabû bulqasim...»; çunke- wek basim kird- zorbey řoşnibîran û pyawanî lêzan le dûberekîyeke řencabûn û şořşyan cê hêştibû.

řojêk le «bin dayza» degeł duktur meḧmûd û simayl ’arf û řoznameçîyekî amrîkayî mîwanî małêk bûyn. simayl- ke lam waye le hîç heřace bazařêk be pûłe sûtawêkyan nedekřî- milî be basî ḧîzb celal û biraym na ke zor ker û nezan bûn... gutim: her ewende ke toyan be endam qibuł kirdibû bese bo şayetîy eḧmeqîyekeyan!

duktur gutî: xo ême bo mektebî syasîman hełbijarduwe!

degeł barzanî çûyne seyranêkî çyay hełgurd. le xwarewe germa û lew berze sermayekî zor sext bû. paş bîst û çend sał tûşî řêwasan bûm ke wek zemanî feqêyetîm bo xom hełkenim. firmêskêkim le çaw dawerî û bîrî zemanî cwanî û mindałîm wek fîlmî sînemayî hatewe ber çaw...

nîweřo bû, le serman delerzîm. ẍarim da naw kune çardaẍêkî çoł. cile maynêkim dît, pałuwekem kirde milmewe û cil wek pestek piştî dapoşîm û řakşam. mela mistefa serî kêşa; way dîtim zor pêkenî.

- qurban sermame; îcaze bide biřomewe!

dageřam geyme beranberî «nawendê». xełkî dê hatbûne pêşwazî barzanî. çiłedarêkî xwarî barîkyan be ser řûbarda řa’engawtibû, pêt le ser dadena delerzî, debû ewserî bigirin ta depeřyewe. barzanî û hewałanî geyştîne ser řûbareke û be sed derd û ełła ełła peřînewe. be melakey nawedêm gut: mamosta aferîm bo to! meşqî peřînewe le pirdî sîřatit pê kirdîn!