segî kuřî seg le seg necîbtire!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  870 views

- xeberman dawe be barzanî, biço le gundî «bin dayza» bîbîne û esp ḧazre.

sałḧ bameřnî, yekî topney zor qełew ke le dezgay bêsîmda karî dekird û demnasî û cewanêkî bîst û dû sê sałe bû; be xeyałîş çend sał bû ’aşiqî «miryemê sabłaẍî» bû ke le řadyowe mamlê pêy hełgutbû! hate lam:

mam hejar karêkî zor dijwarim kewtote to; çarim lê bike! maynekem mindałe; be qisem naka. minîş degeł to dêm. to pêy biłê biřwa; şerim le to deka!

ey beser çaw!

řojî dûhem bû ke le gełałe bûm; teyare bombayekî hawîşt; le mêrgêkî da. şefî’î eḧmedaẍay nizîkey sê mîtir fiřê dabû; de quřî çeqandibû; bełam çî lê nehat!

degeł sałḧ û maynekey çûyne «bin dayza». şew çûm barzanî bibînim, kołan zor tarîk bû, serman de serî yektir kuta; yûns ’eqrawî bû. ca wewe û pêbkene?

yûns ke tom le banzînxaney hewlêr dît le tirsan řoḧim pê nema!

agat le min nîye, ke tom degeł sofîyan dît gutim êsta be girtinim deda!

le tifengî betał dû kes tirsabûn!

barzanî le cwabî pêşnyarî ḧacî miḧemmed her wek xom be ḧacîm gutbû, way gut ke heta xoy degeł dewłet nekate dujmin, hîç nakirê; bełam fermûy karî çakî her ewe buwe ge toy řizgar kirdewe. cwabî ḧacî be ḧemedaẍay mêrgesûrda beřê kirayewe.

ew şewe lenaw qisanda basî caşêk kira ke le bawkî xoy xirawtire. barzanîy gutî: kabrayek tûtełe segêkî degeł segêkî gewre birdibuwe bazař, deygut: zelameke be pênc direm, tûtełeke be de direm.

yanî çe?

em zelame her sege, emma çikołeke segî kuřî sege û necîbtire!

ew nukteyem bîr kewtewe ke goya ḧemeřeza be řezaşay bawkî gutbû: to her şay, min şay kuřî şam; debê le to sexîtir bim!

maweyek lew nawe mamewe. şewêk le gundî «şêx wetman» mîwanî mela teha bûm ke pyawêkî zor qisexoş bû. beyanî ke deřoyştim gutî: bira melayek mîwanî melayek bibû; beyanî ke řoyşit deybołand û tifî le řidênî xoy dekird: axir eger ew melayet nedenasî xo xot denasî? çon bûye mîwanî mela? toş bibûre eger xizmetit nekirawe, xoşt melay!

le kitêbî «el’eẍanî»da basî şa’îrêkî ’ereb deka ke nawî «îbnulḧemam» (kuřî kotir) buwe. le gundêkî lay ḧełeb ladedate małêk; xawen mał dełê: mîwan řanagirim.

-tozêk awî sardim deye.

-awkêşî babit nîym!

-lêmgeřê lebin sêberî dîwareket biḧesêmewe.

-dîwar bo nenasan berz nekirawetewe!

dyare to min nanasî! min îbnulḧemamey şa’îrî benawbangim.

-biřo yexem berde û kuřî qeleřeşe be!