le beẍdawe ta geyştimewe naw şořş

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  762 views

biřyarim da her çonêk bê degeł terefdaranî barzanî le beẍda kar bikem û yarmetî û derman bo leşkir ko kemewe û be dûr le çawî dewłet û polîs bijîm.

le bîst û sêy mangî marisda, xuda kuřêkî da. ber lewe bibê nawim dozîbowe: eger kuř bê nawî denêm «pîrs» yan «pîran»; eger kiç bê nawî denêm «çame» be yadî ew řojaney ke le barzan bûm. ew şewey ke mindałeke dehate ser dinya, nawî «xanî» mêşk û diłî axnîm: her debê nawî xanî bê... «çuzanî kiç nabê? nexêr kuř debê û xanî bê...»

baweř ke be dem xewewe her demgut: xanî. kuř berebeyan hate dinya û nawî bû be xanî; be nawî eḧmedî xanîyewe. nemtiwanî têr kuřî tazehatûm bibînim; polîsî siřřî le dewrî małekem desûřa ta bizanin çi dekem û hatuçoy çi kesanêk dekem. emeş dûkandarêkî kone îstîwarî ’ereb «ebû yasîn» naw ke beranberî małman bû pêy gutim. nîşanîy kabray damê ke deřwanête dergay małman. řojêk beyanî le mał derçûm. kabray tayn wirde wirde be dûmda hat û le dûrewe gumî nedekirdim. çûme êzgeyekî utûbûs. ew çuwe êzgeyekî pêştir le min ke lêk dyar bûyn. min swarî utûbûs bûm; ta ewîş hat swar bû. le firsetêk xom hełdaşt û gurc bangî taksîyekem kird û mewday ewm neda dabezî, dûr kewtimewe; xom geyande małekey zebîḧî. bîst řojêk şewane lay ew bûm û řojane le cengey paş nîweřoda dehatmewe mał; ke demzanî polîsî siřřî beẍdaye ḧewseley nîye bew germaye le kołan řawestê. bełay gewre leweda bû ke lew agirbes û aştîyeda, zor pêşmerge çûbûnewe lay dewłet û le ser řêgayan dandirabûn herkesyan binasyaye, be girtinyan dedan. xo minîş wek gay qeşan wa bûm; pêşmerge nebû nemnasê.

xeberî çend kesêkim zanî ke çûbûn le besrawe be ’erzî êranda hatbûnewe kurdistan, her le tirsî ew nasandine. ber lewe xom le jûrekey zebîḧî bişarmewe, řojêk kuřêkî sabłaẍî (’elî ’ezîz)- ke le muxaberatî polîsî giştîda bû- gutî: dełên barzanî be top le řwandizyan dawe. bo zebîḧîm gêřawe, gutî: diroye; ta mamostayanî partî be êran nełên, êran fîşekêkîş nada be barzanî. gutim: kake ba hênde sade fikir nekeynewe. eger êran yan ẍeyrî êran yarîdey kurd bida, le xoşewîstî kurdewe nîye; bo mesłeḧetî řoje. nasir û zor le ’ereban dełên xûzistan ’erebistane û dey estênîn. êranîş bebê xûzistan najî. êsta yarîdey hêzêk deken ke leşkirî ’êraqyan bo meşẍûl ka û ’erebistanyan le bîr berêtewe. ew hêzeş emřo barzanîye; ne ewaney hełatûne taran û hemedan.