dest pê kirdinewey şořş û ḧałî min

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  731 views

her wa wirde wirde nêwanî barzanî û ḧikûmet naxoş û naxoştir debû. kabrayekim denasî be nawî xelîl, dełałî naw bazařî gewre û kerkûkî bû. pêm gut: xelîl tirs û lerz peyda botewe. min betema nîym biçmewe şořş; bełam řenge lêreş bimgirin. çit be xeyałda dê?

xelîl dway dû řoj pêy gutim: mudîr polîsêkî hewlêrî heye ke toş le zemanî danişcûyyewe zor baş denasê. basî tom bo kirduwe ke feqîrî xoy deka û karî be karî kes nedawe. agat lê bê; ba le hîç û xořayî gêçełêkî tê nehałênin. zorî selam lê dekirdî, deygut ew tancî serî mine; kes basî naka. bełam ewîş debê eger me’lûmatêkî befaydey labê, be minî biłê û yarîde bida!

gutim: xelîl min ew kese nîym ke bîrtan boy çuwe. xeyanet be kurd karî min nîye. sed car bimirim û mindałim leber çawim le birsan bimirin, ewî to û fwad dełên le min bedûre...

zor diłim germ dahat. şî’rî hełokem hondewe ke le dîwanekemda çap kirawe. le naw tirs û lerzîşda, kasbî xom her dekird û çawenořî qeza û qeder bûm. mangêk û de řoj le zistanî 1965 řabirdibû, şeř des pêkirayewe. minêkî ke xeyałim kirdibû taze naçmewe hera û awareyîy çya û bo mindałî xom dejîm, wek nobetî darêkî sext, germ dahatim; hoş û ḧewasim pê nema; xewm lê nedekewt. şew le ser cêge her cîngiłim deda... me’sûm hestî pê kirdibû le çi ḧałêkdam; gutî: lam waye eger neçyewe şořş xirap nexoş dekewî... dîsan her dûdił bûm: zor ḧeyfe eger kuştin û małwêranîş bê, degeł ew hemû xoşewîstanem nebim ke ew hemû derdeman pêkewe dîwe. mał û mindałîşim le bêkesî û wiłatî ẍerîbayetîda zor cêgey bezeyîn; ewîş le ber destî dujminda. naşkirê byanbeme naw şořş ke debne barêkî gewre be ser xom û şořşewe. lenaw ew xof û řecayeda dejyam; bełam jyanî seg...