paş maweyêk be diłsardî geřanewe bo beẍda

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  876 views

«birûske» nawêk pêşmergey ḧeresî celal bû, hemîşe le dwayewe deřoyşit. dîtim hate ḧesarî binkey sengeser;

- kak hejar! be babegewre biłê: celal -hey daykî wa- zorî xirape degeł kirdûm.

gutim: birûske! celal toy zor xoş dewîst. lay min pêy gutî min pûłit dedemê, to deçî deydey be kebab bo pêşmergan; axir bo xoşt şitêk bikře! êsta min pênc dînarit bo werdegirim; bełam napyawîye to cinêw be celal bidey...

dîsan çûmewe qeładze. karubarêkim nebû. lew seferey dwayîda simaylî şerîfzadem nasî. lam wabû ew lawe nask û nazdare natwanê mangêk lew kêwe hełka; keçî zor zû bibuwe pêşmergeyekî mezbût.

mela baqî le sengeser karubarî ew xełkey- ke dehatne lay barzanî- beřêwe debird. dyar bû xełk zoryan gileyî derkird ke îwa heye bîst řoj zyatir meḧtel debê û cwab wernagrê. barzanî gutî ba hejar yarîdey mela baqî bika. mela baqî tûře bû. karekey bo min becê hêşt. sê řoj min karekem kird. her kes namey pê bû, beyanî lêm werdegirtin, hemûm le wireqeyekda xulase dekirdewe: fiłan daway pûł deka; fiłan êstiryan lê sanduwe; fiłan qerzî nadenewe; fiłan... dembirde jûr lay barzanî, biřim be qisey xoy û mîwananî deda, yek yek bom dexwêndewe û cwabekem lê werdegirt. se’atî çwarî êware pêyanewe degeřam: bo to pênc dînar; to biço lay fiłan kes; to... bew terze hemûm be yek řoj beřê kird. bełam dîtim kareke bivveye: barzanî neydezanî le pênc dînar kemtir bo kes ḧewałe ka; bo zoranîş de û bîst bû. demřiwanî lat û desbiřî qeładze û řanyeş fêr bibûn her be du řoj be ’erîzeyekewe dehatin daway pûłyan dekird. be yekêkim gut: to dełałî bazařî; ḧałit xoşe; pûłit nademê. gutî: hîç nebê řub’êkim deye (pênc timen). damê, çeqeney lê deda! eweşim derêna! sewdam degeł dekirdin; pênc dînarî be nîw dînar řazî debû. ew pûłî beranber be emrî barzanî werimdegirt, êwaran hêşta heta set dînarim degeřandewe. gutim: zor detirsim fêrî dizî kirdin bibim; ew kare nakem.

fermûy: dest hełmegre! weswese meke!

- be xwa naykem!

naçar karekemyan da be «teha bameřnî» efser û dway ḧefta û dû se’at îsti’fam da.

lew namaney ke dehatin. hemûy min demxwêndnewe, yekêk namey dabû be ḧaçkî ḧeresî barzanî ke ewîş her debû bîdate dest min. ewem xulase nekirdidewe, hemûm bo barzanî xwêndewe: «hejar be to xayne; ferqê deka. pûłî dawe be ayşe nawêk ke jinêkî sûke le qeładze û sirteşî degeł kirduwe...»!

barzanî fermûy: ew segbabem bo peyda ken! gutim: řoyştuwe; naynasim. le řastîda ’esłen qet jinêk nehatbû ta pûłî bidemê yan neydemê.

’erîzeyek nûsîbwî: «min mela fiłanî sineyî, demewê pirsyarit lê bikem; tarîxî kurdistan denûsim...». barzanî gutî: ewem le koł kewe! her be tarîx nemnûsê; be her çî řazî dekey řazîm! kabram le qawexane dît, çawîlke be çawêkî řîş topî řeş, mêzeř

r sipî be řîşu.

- ustad ba texteyek bikeyn!

le bazîda lêm pirsî: çone teşrîfit lêreye!

- ełêm tarîx binûsim.

- yanî tarîx bo tarîx, yan bo pûł?!

- tarîx çe bawa? pûłim gereke!

- pênc timenit pê bem çone!

- bexwa namgeynête silêmanî!

- nîm dînar xase?

- memnûnim!

- pûłî çayyekeşt xom eydem.

- firye memnûn!

melam berneda ta beřêm kird.

qanî’- ke ḧîzbî partî le silêmanîyewe derîkirdibû- le merîwan birdibûyane taran û sawak hełîpêçabû ke to çon le şî’rî xotda gutûte xusrewî perwîz gewad buwe?

- be ferhadî gutuwe kêw kun ke, em jiney xomte edemê?!

xirawete ḧebsewe. ’îsa pejman gutûye: eme le ’êraq deryankirdiwe; zor sûke; eger êwe bîgirin debête pałewanî mîllî û qedrî bo peyda debê. xistibûyane maşênewe û le ḧidûdî ’êraq berełayan kirdibû. ewîş hate lay barzanî, dûsed dînarî daye. qanî’ gutî: eme bîdem be kê?

- be kes; her bo xot.

- dînim nebê eger baweř bikem! qet le ḧeyatmida çwar dînar pêkewe nekewtûne gîrfanmewe!

kuřêk degełman le çyay birandost bû. kiçêkî hełgirtibû ke le ser bêşke marey le kesêkî tir biřabû. barzanî ’eqîdey wa bû marey pêşûy nehatuwe. çunke be řezamendîy kiç nebuwe û bawkîş bo mesłeḧetî xoy, ne bo mesłeḧetî kiç emey kirduwe. kiçeke le małe wehabaẍay ḧemedî ’elyaẍa bû. le sengeser wehabaẍa deyewîst kareke řûbeřa bika. mela me’sûmî koye- ke melayekî benawbabig bû- hatbuwe dîdenî barzanî, neqłî bo mela me’sûm gêřayewe û gutî to ew kiçe lew kuře mare ke. mela me’sûm gutî: kû îmanê xo lo to defroşim? marey le mêrdî pêşûy hatye û ew xwagîryey nakem!

ke mela me’sûm řoyşit gutim: qurban têkit da! eger kuřeke bo xoy bîst dînarî bo bibirdaye deykird. bełam xoy le lay to be dîndar hełdegêrêtewe; yanî ha bo xatrî barzanîş şer’ naşkênim!

- baweř nakem wa bê.

- tecrebey ke!

kuřyan be tebê narde koye; bîst daynarî dabû be mela; jinekey lê mare kirdibû!