hełatnî mamostayanî ḧîzb bo êran!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  895 views

axrî her kak miḧemmed mewlûd çûbuwe serî, cwênî pêdabû, gutbûy: dezanim to degeł pyawî emnîy beẍda kar dekey; bełam min hejar nîym qaçaq bim. wa dekem zincîrit ken û bitdenewe be êran. ca xot dezanî... xulase be qîřey kak miḧemmed, set û penca dînarî mayekey hewwełî dabowe; ke dûkaneke ewdem şeşsed dînarîşî dêna. çendim pê seyr bû ke lem ḧîzbî dêmukiratî dwayyey êranda řîzwanî hatewe û gurcê kirdyan be serperistî hemû mełbendî hewşar û qerar wa bû bîkene wekîl le meclîsî şuray îslamî! debê kam sîḧrî kirdibê ke wa leber çawyan bibuwe melayket?! êstaş nazanim çikareye.

demew payîz hatmewe şořş. şew le nizîk çwarquřne, cîp de quř gîra û be tarîkî be řêda dehatîn. laqim de qułkeyek kewt û wergeřa. qederêk be koł hełyangirtim. quř xilas bû. swarî cîpyan kirdimewe. laqim ta estûrayîy řanîşim hełmisa; wek mar pêwey dabê. geyîne ḧesarî binkey sengeser, barzanî dîtmî, gutî bîgeyenne qeładze.

- qurban kaẍezim bo hênawî!

- kaẍezim nawê; be pele bîben!

mam ḧarsî barzanîşî degeł nardim ke şikestebendêkî zana bû. bo beyanî eḧmed şabazîş hat. laqyan hênamewe cê; bełam nizîkey de řojan kewtim.

lem beyneda zor şit řûy da ke êsta bom naçnewe ser yek. ewem le bîr mawe ke řojêk lay barzanî le sengeser, biraym eḧmed û celal û seyîd ’ezîz şemzînî û ’umer debabe û çendêkî tir le mamostayan ke le bîrim nemawin- ha, yekêkîşyan ’elî mam řeza bû- lewê bûn. seyîd ’ezîz gileyî kird ke çend řoje le qeładzey! bo nehatûye laman? gutim: min laqim wergeřabû, kes le minî nepirsî; bême çî?

mela mistefa gutî: hejar bo goşt mirîşk nebê naye, de’wetî biken dê!

- bełê sibey le tahîrî biray ’umer debabe mîwanî...

zanîm qisey mela mistefa manayekî dîkey heye. sibey pêş nîweřo çûm. qiseyan damezrand:

- barzanîy dujminî ḧîzbe; wetenî firoşt; herbîna be yekcarî xoy teslîmî dewłet kird û çekî dana û şořş le beyn çû...

her kese qisey xoy dekird. ’erzim kirdin:

- bira! min nałêm wa nîye; naşłêm le karî êwe řazîye. eger êwe kurdistantan xoş dewê û natanewê şořşekey le naw biçê, werin şitêk biken: êwe gwêtan bo barzanî şil kirdibû; her detangut bełê qurban waye. kes ê’tirazêkî nebû. hestin biçînewe lay barzanî, biłên kake ême boye şořşiman dekird laman wa bû xizmetêkman pê dekirê, êsta ke to lêman nařazît, gundêkman bo dyarî bike lêy dadenîşîn. kê le cêy ême dadenêy řazîn. wek xoştan dełên, hezaran pêşmergey ser be êwe heye û hezaran parçe sîlaḧtan laye. řaspêrin dû hezar tifeng û tîrbarêk bişarnewe û paşqilî den, wiłatî silêmanî be qisey xotan hemûy ser be emrî êweye û be hasanî ew kare dekirê. barzanî bebê êwey hênde betecrebe, karubarî syasî bo hełnasûřê, hîç dû mangî pê naçê bangitan dekatewe û dełê bo xotan tenzîmî ḧîzb û pêşmerge biken. eger- wek êwe dełên- xoy û çekî teslîmî ḧikûmet kird, çekî weşardûtan û pêşmergey hewałtan wekar kewnewe û mehêłn ałay şořş bikewête ’erzî. eger xotanî êsta lê yaẍî ken, we bizanin şořş fewta...

’umer debabe û ’elî mam řeza û babekir pijderî gutyan qisey hejar ber dił dekewê. seyîd ’ezîz şemzînî gutî: qisekanî zor xirape û ême çendîn fewc pêşmergey be bîr û baweř û fîdayîman heye ke detwanîn cwabî mela mistefa nedeynewe û derîkeyn. celal gutî: swênd û îmzay pênc hezar pêşmergem lew baxełedaye. biraym eḧmed kemî qise kird. ke çûbûme der, gutbûy: êwe hejar nanasin; herçî deyłê jehre biławî dekatewe. dujminî sersextî ḧîzb hejare...

hatmewe lay barzanî, ew qisanem bo negêřayewe; bełam gutim: pêm zor naxoşe ke dûberekayetî bikewête şořş. ta neřoyun to diłyan xoş ke! detirsim biřon û karman be yekcarî têk çê...

- pêt waye kengê deřon?

- lewaneye emşew, sibey biřon. ta neřoyun çarêk bike!

- ba biřon bizanim çi deken?!...

berebeyanî ew řoje, zor lew mamostayane řoybûnewe binkey xoyan le mawet. le ser řadyokeyan beyanêkî ḧîzbî û řesmî derçû ke barzanîman le ḧîzb derkird û kes nabê be qisey bika. barzanî bewe zor tûře bû û gutî: debê ew patexteyan lê têk dem û xezênekeyan bidem be feqîran. luqmanî kuřî be dûsed barzanîyewe narde seryan. her hestî xeteryan kird, şêwabûn. qeraryan dabû hełên bo êran. be setan sindûqe ça û telîse şekkiryan de çom hawîştibû. be setan tifengî biřno û kiłaşînkofyan şikandibû; de řûbaryan xistibû. babekir gutî: lew dest û pê win kirdineda, gutim: kak biraym pêm waye qisey hejar jehir nebû; gutî: bełê birya be qisey ewman bikirdaye. bełam taze hemû şit çû...

mamostayan be setan pêşmergewe geybûne sinûrî êran; çekyan teslîmî sawak kirdibû. gewrekanyan le taran û çikołekanyan le hemedan damezrandibûn. ew hezaran pêşmergey celal deygut swênd û îmzayan le baxełimdaye, deste deste dehatin, her yekey pênc dînar û de dînaryan le barzanî werdegirt û bo kwêy denardin, deçûn. zor pyawî řoşnibîr û duktur û pyawî zor diłsoz lew leberyek hełweşane diłyan le şořş sard bowe û çûnewe małî xoyan; yan çûne xarîc. beřastî bełayekî zor gewre bû be ser ew şořşe gewreye hat. zorim le ber giran dehat ke pêşmergey- be qisey biraym, diłsoz û řoşnibîr- heta dwênê, hemû gyanyan îxlas bû bo seranî ḧîzb, dehatin cinêwyan bew mamostayane û tenanet be ḧîzbî partî deda. her bo ewe çend dînarêk wergirin...