şekala xo pawêje!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  724 views

- yanî şekala xo pawêje! mûsa şekala xo avêt, agir vemird. livê gavê re her kes gihaye vê derê, dibe şekala ji xo ka û xwas bimeşe.

leber mirqey pêkenînî ḧafiz nemwêra bipirsim dey xuda çendî ’umir mabû? tirsam feqîr quştî bibê û becêm bêłê. bedaxewe nemzanî xuda key le dinya derdeçê!

- dey ezbenî, te pila siłatê me dît?

- bełê, webał bestom pird wa debê, cîpî beserda deřwa. pirdî sîřatî musułmanan le mû barîktir, le ełmas tîjtir, řêgey sed sał dûr hîç tenafbazêkî lotîy bîcařîş natwanê lêy bipeřêtewe! hêndêk wek kełeberdim le dewrî pirdî sîřat dît, ewane çi bûn?

-bira sîxuř zore, bêstanan nahêłn. lawekanman lepişt ew berdane şewane xo mat deken sîxuřan dekujin!

- aferîm pirdî sîřat, hem zyaret û hem řawe sîxuř!... eger çûyne zyaretî merqed şikłî marim le dirga dît çend şitî wek lînge terazûy be zincîr hełwasrawî lê bû. ewane çin?

- şikłî mar mepirse, bełam be xuda bedił demzanî ew pirsyare dekey! ew lînge terazuwane řon û piłîteyan tê dekirê bo řûnakayî. nabê newt biçête baregay şêx hadî.