seferêk bo laleş

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 10 minutes  1050 views

gutman ba biçîne «laleş» kabey yezîdîyan. ’ebduřřiḧiman qazî pêşman kewt. bebê řêge, be naw diřwe zerdeda tawêkî baş řoyştîn; hemû belekman birîndar bû. damane çya. pêşřewekeman řutbey amîr lîway hebû; efserêkî benawbang, le řê řoyştin mandû nedebû. her fermanîşî deda: «dwa mekewn!». ḧafiz û min şiřołtirîn û tenbełtirîn pêşmergey dinya bûyn; henaseman swar bibû, du’aman dekird yaxwa teyare bê û bitwanîn danîşîn. bo yekem car du’aman qibûł bû. pêşřew emrî kird:

- danîşin teyare hat.

- oxey!

- hestin teyare řoyşit.

le çyawe serkewtîn û tûşî serewlêjêkî zor kûř bûyn. řadyokem be kak ’ebduřřeḧman bû. berdêkî le bin pê derçû, řetî bird û sê çwar sermequlatî da û text le ’erz dirêj bû. min bê ewe fikir bikemewe gutim: xo řadyokem neşkawe?!

- ay małit wêran key debê, ewe min demirim, ew dełê řadyokem!

geyştîne deştayî, řûman kirde gelî laleş.

melay cizîrî fermûye:

dil geşteme ji dêrê, naçim kenişteyî qet mîḧrabî wê be min řa wer da biçîne laleş le kitêbekanî basî meşayxanda be taybetî le «tezkeretul’ewlyay ’etar»da basî şêxêk be nawî «’edî bin misafir» heye ke le řefîqanî xoşewîstî ẍewsî geylanî buwe. jyanî şaran û zorî yaran le ber çaw kewtuwe û le çyay hekarî, le kuxteyekda dûr le dinya jyawe. mirîde kurd dewryan dawe. lewan zemananda desteyek lew sofîyane geyştûne řadeyek ke layan waye xuda hemûy her řeḧmete û bezeyî, řeḧmet û ’ezab hergîz danûyan pêkewe nakułê. leber ewe cinêwyan be şeytanîş nedawe û layan waye bûnî şeytan êradey xwaye û be zarawey emřo: taktîkî taybetîye; ke «mensûr hellac» û «cuneydî beẍdayî» û «şiblî» û zor kesî tirîş lewane bûn. tenanet eḧmedî xanîy xoşman le «mem û zîn»da ’uzir bo şeytan دەخûزاێتەûە û lagîrî lê deka. dełê: «xwaye! şeytan her çunke secdey bo adem nebird û gutî cige le to kes nanasim û bo bêgane ser newî nakem, wat beser hêna?».

le dway mergî şêx ’edî, çend çîn xelîfey ew hatûn û em îrşadeyan beřêwe birduwe. mirîdî nexwêndewar û diłgerm- ke başîş tênegeyştûn- wirde wirde pêyan lê hełbiřîwe, ta way lêhatuwe ke şeytan be dostî nizîkî xwa bizanin û nawî binên «melek tawis». musłimananî cîranyan be kafryan le qełem dawin û zor car qetłu’amyan kirdûn û sułtananî ’usmanîş diney xełkyan lê dawin, ke kurd be kurd bekuşt biden. kar geywete řadeyek, hemû yezîdîyek řiqî zorî her le musułmane û musułmanîş lay ewan her kurde musułmanekey hawsayane. îtir herçî musułman bîken lay ewan xirape. wa derdekewê ke musułmanan nawî «yezîdî»yan be serda biřîbin; ke yezîd zor xirape. bełam xoyan dełên ême «êzdîn»; wata xudayî. zor kitêb derbareyanewe nûsrawe û sedha çîrokyan bo řêk xirawe; ke hîçyan yektir nagirnewe. hêndêk dełên paşmawey zerdeştîyekanin; hêndêk dełên mîtrayîn û zor şit. bełam min be têkełî û aşnayetî û hatuço kirdinî şwên û pyawe zilekanyan way bo çûm ke likêkin le musułmanan û layandawe. her wek çon musułmanetîy pêẍember yek terḧ buwe û êsta maşełła hezar likî lê botewe û hemûş yektir be kafir dezanin û hemûşyan řast deken!

ew şîw û dołey ke xaneqay şêx ’edî buwe, nawî laleş û çunke mimbarek û pîroze, qet kes darêkî nebřîwe, sertapa keske û beřastî beheştêkî ser řûwî zemîne. gelî laleş zyaretgay here gewreye. pyawe dînîye gewrekanyan- ke hîçîşyan sîwadî nûsîn û xwêndinyan nîye, cige le babeşêxî ře’îsî dînî here zil ke le şarî «şêxan» dejî û sałê çend mangêk dête wê- zoryan terke dinya le laleş dejîn.

řêgey řû be laleş û merqedî şêx ’edî- ke yezîdî pêy dełên şêx hadî- çewřêjêkî baş kirawe. min paş panyem be şekale xwarekem birîndar bibû. ke geyne ser em řê xoşe, şekalim dakend û be pêxwasî milî řêm girt. beser pirdêkî sîmanîda peřînewe ke çemêkî çikołey be jêrda deçû. her geyştîne naw awayî, «feqîr şemo» ke yekêk le pyawe ayînîye gewrekan bû. degeł bîst kesêk le dûrewe bepîrmanewe hatin. gutman dyare ceneřał ’ebduřřeḧman qazîyan nasîwe boye hatûn. nexêr zor be hełe çûbûyn, hatbûn bepîr minewe. serzarekî bexêrhatnî hewałekanmyan kird. feqîr û sofîyekan fiłç û hoř milyan le maç kirdin û le baweş girtinî min na. hezar caryan gutbê «te bixêr hatî ser çava, ser sera», hêşta keme. beřastî waqman wiřmabû: xwaye xeber çîye? be pałepesto we pêş jineřałîşyan xistim û çûyne dîwexan. herkes le kîse tûtnî xoy ciẍarey bo depêçamewe û ta çayîyekyan bo biraderanim dêna, dwanyan le pêş min dadena. «seyda hejar, seyday delal» kerî nêr neydekêşa!

- feqîr şemo, ême hatbûyn zyaretêk bikeyn û emřo biřoynewe.

- em qise çîye? swênd be ebulqasim û şêx şerefeddîn û be gořî pîrozî şêx hadî, sê řojan mîwanî êmen.

dway nanî nîweřo çûyne ser «awî zemzem» ke ḧewzêkî ser dapoşrawe û sekoy le dewre hełbestirawe û ḧesîr û beřey lê řaxrawe. serçawey kanîyeke le jûrêkî dîkedaye ke dirgay daxrawe. aş gêřêk aw, sard wek terze, sûk wek awî ḧeyatê fiř deka û dête ḧewz û lewêwe bo awdêrî baẍ û deẍił deřwa. ew kîj û lawaney diłyan deçête yektir û debin be dezgîran, le seferî ḧec bo laleş dên le dewrî em ḧewze dadenîşin. «feqîr şemo» yan «babî çawêş» yan «babe şêx» bo xoy dwan debate jûrî serkanî û fote le aw hełdekêşê û le seryan debestê û lêk mare dekirên. îtir bew core ta hemû diłber û diłdar pêk degen.

- feqîr şemo, yanî çî awî zemzem?

- seyda em awe řegî le awî zemzemî ḧecî musłimananewe dê!

- hay qisey hîç! awî zemzemî mekke swêre, tałe, bogene, le berî nařwa, ḧeddî çîye çaktirîn kanyawî kurdistan le řegî ew bê?!

dyar bû bizey simêłî dehat; bełam deygut: wa mefermû, wa dełên!

feqîr şemo pêşman kewt bo zyaretî şêx hadî. le ḧesarêkewe řed bûyn. dergay merqed, gewre û darîn û sipî bû. řesmî marêkî be řeş lê hełkendirabû. le dałanêkewe řoyştîn, le destî çep dergay jûrî merqed bû. aşkira dyare mizgewt buwe, şwênewarî mîḧrabî her mawe. şibakî ser qebir sindûqêkî zor zelamî darîne. her feqîr maç deka û êmeş be şwênîda. têrman hemû goşey merqed maç kird. feqîr du’ay bo kirdîn û du’ay bo barzanî û şořşekey kird û amînman gut.

le xełkim bîstibû ke şewêkî taybetî le sałda, melek tawis le pişt perdewe qise degeł babeşêx deka. çawim gêřa perdeyekî sûrî kałewe bû, le sûçêkî mizgewt le beranber dergawe heławesrawe. pirsîm: emeş zyaret kem?. feqîr gutî: na, kes nabê dest lewe bida. le derkewtinda jeneřał le pêşewe û ême bedwawe, feqîr xoy da dway hemuwan. geřamewe swêndim xward ke min pêş to nakewm. naçar pêşim kewt. geyme perde sûr, hełmidayewe. kursîyekî lê dandirabû; hîçî tir. melek tawsîşim nedît!

birdyanîne çend zyaretî tirîş. dartûyekim dît ke debû maç kirê. dar zor zil bû, bełam lew şwêney demî pyaw bîgatê, le naw qedda, wa barîk bibû ke nizîk bû leber bay behêz bişkê; hemûş le lay cê didanan bû. çend nemame tûy dîkeşyan le pena çeqandibû ke eger gewreke şika, xelîfey ew bin. lew mêrgołeyekda řenge pênc hezar sîngołkey dar de ’erz çeqênrabê. berdêkîşman maç kird ke goya şêx hadî le serî danîştuwe û teyr û tûr hatûn le ser şanî hełnîştûn.

ew řojeman be zyaretanewe řabward. pêş nwêjî řojî dwayîş le ser kanî zemzem- ke zor fênk bû- ça û nanî nîweroman xward. emet le bîr bê ke xwardinî here baş û maqûł le hemû badînan û cizîrîş, sawar û goşte; birinc hîç qedrî negîrawe. jineřał qazî- ke her xomane bûyn- gutî: min hîç be dił maçî merqedanim nekird, bełam neşdekira neykem.

gutim: cenab wa dyare minafqî. min le tehî dił maçîşim kird û çîş neqewma!

demedemî ’esir, ḧafiz mistefa qazî û min kewtîne şwên feqîr şemo; çûyne qedî kêwî pişt merqed. bo îstiraḧet le ber sêbere darêk danîştîn. gutim: feqîr şemo! min ḧesretêkim le diłdaye: zor ḧeyfe ew hemû ’îlmey de sîngî cenabit û babeşêx û babî çawêşdaye nenûsrêtewe û xwa nexwaste ke êwe wefat bifermûn lebeyn biçê.

ḧafiz bew qise qoře pêkenînî hat. destî be demyewe girt û gutî: min deçme how bin dare, ciẍare depêçmewe; newek êwe be tûtin bipşimin. tozêkman lê dûr kewtewe ke řûşman dew nebê. fermûy: řast dekey; bełam pyaw xirapan kar xirap deken. mela xelîlêk heye le şêxan, ew namerde çend sałe hewałî babeşêxe; kitêbêkî leser êzdyan nûsîwe, hemûy diro û buxtane. nabê kes bînûsêtewe.

- yanî baweř be minîş nakey?

- çon baweř be to nakem?! her hewalên me le cizîrê xeberî toyan pêdawîn ke çend miroyekî başî. pêrê ke dehatin çawman lêtanewe bû. zyad le hemuwan to qanûnî îzdyanit bekar bird: şekalî xot dakend û be pêxawsî hatî. zanîman to timam le xomanî û hatîne pêşwazît!

- bełê řaste le xotanim; xwêndewarîşim; bełam hîç le olê nazanim (ol: dîn). demewê çend pirsyarêk bikem, naşînûsmewe.

- bełê ser çawa, bêje!

- çîrokî em xo pêxwas kirdine çîye?

- miroyek hebû nawî mûsa bû, te nas dikî?!

- bełê başî denasim!

- mûsa ji bînahya çava pisyar kird: xudê! te wê kengê bimrî? çend ’emrê teye? bînahya çava got: mûsa! derwêşek li gelê laleş hey, tinê ew zanit çiqas ’emrê min maye; heře jî pirse. mûsa hat xurcîk ser milê wî bû. geha nik pila siłatê (pirdî sîřatê), xurc êgir girt. mûsa got: xudê çima êgir kete xurcê min? xudê got: «xel’ ḧîza!». nazanî yanî çî?

- nexêr.