hejar to le min saztirî!
berew çêştanêk berew zê degeřam; jinan dirwêneyan dekird. her ke teyare peyda debû herayan lêk dekird: «teyare kore hat!» mat debûn. teyare deřoyşit destyan pê dekirdewe. le nizîk gundî «zoře gwan» jinêk lebin darêk meşkey dejand.
- xuşka min! to serupêt nawê?
- ey be qurban çonim nawê.
- kesî tirîş hawsat heye?
- jinêke be çwar zařokewe.
- sibey zû were çendî detewê bibe. wa min le ser řêgetim.
- edî kake to dot nawê?
- eger hebê...
- heye û pîwazî şînîş heye.
demkeyek do û deske teře pîwazêkim degeł xo hênayewe. lew kateda hejde keseke bibûyne çend cê. kawe û mistefa û mam ’elî nawêkî gewirk û min lebin darçinarêkî dem řûbarêkî piçûk bûyn. demke do be darda ke sard bibê û teře pîwaz bike babołe û be padşa biłê hetîwe! êware ’esrêk barzanî be parêzeranyewe bewbermanda hat:
- hejar! ewe çi dexoy?
- kake nan û teře pîwaz be doy sard.
- hejar to le min saztirî, min nan û aw dexom...
be kabray selaxî ḧeywananim sipard ke lebatî ewe ser û pê û pêst fiřê bida, leser yekyan ko katewe bo min. jineke hat, pîwaz û doy hêna, heta kołî girtî ser û pê û pêstî birdewe. îtir pîwaz û doman mişe bû.