heşta hezar serbaz û caş berbibûne ew nawe

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  1002 views

řojêk gutim: řûs zorman bo başin. barzanî fermûy: min degeł zoryan dostim; xiroşofîş denasim. ewane ke cinêw be be’is deden û leser ême dekenewe, boyeye detirsin be’sî çekyan lê nekřê û řêgeyan neda wek zemanî qasim bêne ’êraqewe. eger be’sî sewdayan lê biken, ne leser şyû’î dekenewe û ne leser ême. ke řast deçû: her ke selam ’arf xoy kirde dostî nasir û degeł řûs aşt bowe, dinya gořa!

heşta hezar caş û serbaz be tîrbar û tifeng desřêjyan dekird. hemû çekdarî pêşmerge lew naweda be ḧał degeyşte pêncised kes. agirbaran û cengeł sûtan û dûkeł dawestan, řojî ḧeşrî dêna ber çawan.

beyanîyek yekêk be germî eḧwałî pirsîm, nemnasî. gutî: mela ḧesenî barzanîm. çwar řoj bû nemdîbû; le dûkełî barût û le tûnîyan wa zerd û řeş hełgeřabû ke nemnasyewe. nan zor kem bû. řojê dû nanî zor çikołey tenk kesî têr nedekird. le birsan hêzî ejno şil debû. awî coge zor germ û giran bû. nanî wişkiman bew awe dexward. pêşmerge pitir le hezar ser meřî caş û dewłetyan be tałan hêna. bedaxewe tenzîm û řêkupêkî le dabeşkirdinda nebû. be çwar řoj bo heşt kes ḧeywanêk hebû. ne qap û mencełêk, ne cêgey hełgirtinêk; debwaye be yek cem ew heşt kese laşêk bixon. şîş le dar bitaşin û leser polwan bibirjênin. çîşt hełgirtaye le german bogen debû. le cemêk ewendeyan goştî birjaw dexward zorbeyan nexoş dekewtin. ta çwar řojî tir cemêkî tir nanî wişk û aw, dest pê dekirayewe. demgut: bira eger menceł û qapî fafon heba, her řojê be sî û dû kes ḧeywanêktan bidaye, hemû ceman hemûyan goştyan dexward; dyankirde qawirme. serupê cemêk, cerg û dił zyadî; bełam bedaxewe nebû.

mam ’elîye ’ecemekey xoman mencełokêkî pê bû tewawêk ḧesandibûynewe. demantiwanî dû yan sê cem pêxorman hebê. řojêk qedoy kone ḧeresim hêndey bez û çewrî xwardibû ḧałî têk çûbû; hîqî dehatê û deynałand. ta deynałand mela baqî deygut: segdayk! kay xot nebû, kadênî xot bû; çay wişkiman pê bû. şekkir û qend nebû. çay bê şekirman dexwardewe û fêrî bibûyn. řojêk pyawêkî zor payeberz ke amîrlîwa bû (wa bizanim debête sipehbudî êran), be nawî «’ebduřřiḧiman qazî» degeł barzanîyek hat. gutî: «mela mistefa fermûy be hejar biłên kak ’ebduřřeḧman ba mîwanî ew bê; qedrî bigrê».

- ay ser çawan!

petûyekî serbazî tenkim hebû, bom řaxist.

- mam ’elî çay lênê!

qiroşke çayîyekyan lepêş dana, her timaşay dekird. dyar bû way bo çûbû ke şekkirî têkirawe û lêk dirawe. fiřêkî lê xwardewe û tifî kirdewe.

- ewe kwa şekkir?!

- bibexşe nîmane, êmeş her way dexoynewe.

- layben naxomewe!

- neçî bifermûy qedryan negirtim! lewe zyatir dest nařwa.

řojî dwayî kelleqendêkyan bo hênayn, hemû be diłope zerd bibû; yan debê biłêm řeş hełgeřabû. mam ’elî řojte! be kolk û qendişkênî tałanî pîrî xeł, hemûy wa wird kird ’eynekî zeřebînî dewîst lêkyan cya katewe! zor be ḧewsele û dane dane ’adłane beşî kird û her kes beşî xoy bixate gîrfanî. ḧez deka be cemêkî xelas ka, ḧezîş deka be mangêk.

serim zor hatbû; mistefa û kawe gutyan bîxûsêne bot bitaşîn. be xotraşî řîş kewtine serim; be çwar cê birîndaryan kird! gutim: êwe le serî min xotan fêr deken; ca biřwanin min çon sertaşêkî karamem! xwa le xêrî derneka, pitir le de cêm le serî herdûkyan de xwên hêna û tołem lê kirdinewe!