řojnamey kurdistan

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  1195 views

cige le karî îdare yarîdey partîm deda. pûłim le xełk bo ko dekirdewe; neşrem bo biław dekirdewe. řojêk biraym eḧmed gutî: «kake were ḧîsabêk bikeyn: xełk çapxaneyekyan heye, çend małî pê bexêw deken; ême partî dû çapxaneman heye, biřo îstî’fa bide le îdareket; were lay ḧîzb kar bike. řojnamey kurdistan ke celal tałebanî werîgirtuwe, to derîxe. ḧewtaneye û le heşt řûpeř da. ḧiqûqit le îdareket pitir bê».

be mudîrî karguzînî cemal babanim gut ḧîkayet eweye û îstî’fa dedem. gutî: «tikaye mangêk sebir bike. min le nîweřoyanewe merexest dekem. eger nettiwanî řojnameke le ḧewt paş nîweřoda derxey, ewsa îsti’fa bide».

le dwazdewe deçûm ta şew dering xerîk debûm. pênc ḧewte pênc jimarem derxist. ewendey řemên leser bû, ke le jimare çwar hezarî hewełewe, bû be heşt hezar û her beşî nedekird, her jimareş demeteqeyekim têda denûsî. le elf heta bê, be î’lanewe xom demnûsî û kuřêk «cewdet» naw paknûsî bo dekirdim. carêk ya dû car zebîḧî şitêkî bo nûsî. řojêk cemal şałî ke wekîlî biławkirdinî nûsrawî partî bû, le silêmanîyewe hat. bewpeřî şanazîyewe gutim:

- ha? řojnamey kurdistanit dît ke le xebate ’erebîyeke zortir mişterî heye?

gutî: hîç fexir mefroşe. bexuda mişterîyekanî hemû dênşînî şarezûrin; hîçyan sîwadyan nîye. demeteqe be zarawey ewane, dên dekiřn; be yekêk dełên boman bixiwênewe, qaqa pêdekenin. kesyan nałên řojnamey kurdistan; her dełên: a bawe demeteqeyekman berê!