beha’îgerî û ’îlmî erwaḧ

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  848 views

le îdarey mebanî ’am kuřêkî kurd be nawî «zya xurşîd» řewandizî karmend bû; gutî: to kitêbî erwaḧ dexwênîyewe?

- dyare...

zor kitêbî derbarey ’îlmî erwaḧewe bo hênam. kitêbekan zor benirx bûn; be min nedekřidiran. zor zorim behre lê dîtin. beřastî mewzû’ekanî bo dastanî gałte nûsîn şitî wa nebûn! kak zya be dił û gyan ’eqîdey pê bû. qet neydegut: «fiłan mird», deygut: «neqił bû». be pêy ew ’îlme, řûḧekan ke le leş derdeçin, deçne ḧewa û lewê be azadî degeřên; baxçe deçênin; şî’ir dełên; îxtira’at deken; xoşî řadebwêrin...

le cêgeyek tûş bûm: «řûḧî keşeyekyan ḧazir kird; lêyan pirsî: ḧałit çone?

- zor şiř bû; ewa xerîkim baş debim. ke mirdim dîtim herçî le ’umirimda be mirîdanî kilîsam gutuwe, hemûy diro buwe. her yekyan ke mirduwe, çûm ’uzirim lê xwastotewe û ’efûyan kirdûm. taqe kesêk leser zewî mawe, ewîş ewa le ḧałî mirdinda, ewîş bimbexşê ḧałim xoş debê û le ’ezabî wîcdan řizgar debim!».

şewêk le xewnimda heşt kes hatne serbanî małê ke mindałekanim nûstibûn. gutyan:

- ême eřwaḧîn; yekyetîman heye. to mangane yarîdeyekman bike.

gutim: mangê nîw dînar başe?

yekyan gutî: zorîşe, zor supas!

gutim: deẍîle ba mindałekanim hest neken ke êwe lêren; wa deçim mîwetan bo dênim.

gutyan: ewe mîwe!

labarêk sêw hełřija!

beyanî ew xewnem bo kak zya gêřayewe. her deygut: «ay lew bextey to hete! çend sałe min ḧewl dedem hêşta ewendeyan beser nekirdûmewe!».

î’lanêkî peyda kirdibû: «komełî sê zengułe le şarî oksifordî birîtanya le beranber hejde şilîngida jyanî řabirdûy xot pê dełê ke çend car qalbit gořîwe». kak zya pûłî nard û boy hat, dełê: «to hezaran sał lemewber muẍî zerdeştî bûy, mirdî, emcar bûy be řaqîse le me’bedî fîr’ewnanî mîsir, paşan mirdî, bûy be kahnêkî bûdayî le çîn, carî çwarem le kurdistan peyda bûy, êsta karmendî!». gutî: «îmanim pê heye, to çî?».

gutim: «řengit sûre. řenge eger řaqîse bûbî kes le çingit necatî nebûbê!».

gutî: «heyhû to hemû şitit pê gemeye!».