neqłî es’ed xoşewî le řadmenîş û jinekey

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  834 views

«es’edî xoşewî» ke le mosko degeł barzanî le małêkda jyabû, gêřayewe:

«řadmenş û jinekey ke zor cwan bû, çend carêk hatne lay mela mistefa û bûne aşna. řojêk jinekey betenê hat. paş tozêk lepiř dîtim mela mistefa derkey kirdewe û pałêkî be jinekewe na, wext bû le pilekanan milî bişkê. jineke daway le barzanî kirdibû, bîlamanê ḧezî lê bika, ta be yekcarî bibête dostî řadmenşî ře’îsî ḧîzbî tûde». webał bestoy es’ed...

le nêwan perdey kobûnewekeda mûzîk û řeqis û goranîş hebû. sara qedîmofay benawbang ke ewsa tozêk pîr bibû, řeqsî kird, goranî gut. şewêkîş çûme opîray «leyl û mecnûnî fizûlî» ke «řûbabe» nawî goranîbêj dewrî leylay degêřa û be dengî xoşî xoy dinyay îḧya kirdewe.

ce’fer xendan řojê zorî tarîfî baba tayer kird, betaybetî ew beytey ke dełê:

eger ba mû serî yarî nedêrî
çiřa her nîweşew ayî be xwabim?

gutim: «mamosta, şa’îrî ’aşiq dełên min xwardin û xewm lê ḧerame, baba tayer deyare şew ta řoj pirxey hatuwe; boye xewnî be yarewe dîwe!».

gutî: řastî bîrim lewe nekirdibû!

le ḧałî «bêrya» şa’îrî tewrêzî zemanî pîşewerîm pirsî, gutyan lêre bibuwe mezhebî; deygut: «debê le cêgey kotełî jinerał kîrof, kotełî pêẍember danên!». be tometî şêt bûn berew sîbrya birawe.

şarî bako le sê lawe derya baweşî pêda kirduwe. deyangut milyonêk xełkî tyaye.

kotełî kîrof leser girdêk berew derya çeqîwe. bedaxewe gencey jîgay nîzamî ke be «gencewî» meşhûre, be nawî ew jineřałewe ke le şořişda fermandey qefqaz buwe, nawî nirawe; êsta (kîrofabad)y pê dełên.

bako ta řeşebay neye şarêkî xoşe; bełam řojanî řeşeba debête sindan û jehrî mar. goya ew naweş(badkûbe)yanî(ba deykutê)ye.

le utêlewe telefonim bo kabray ermenî kird ke sełmasî selamî hebû.

- bełê êsta dêm!

- dêye çî? selam û biřayewe!

dîtim hat. gutî:

- ew demançey bideye; fîlim û yaqûtîş carê saz nebuwe!

- hetîw demançe û yaqûtî çî?! biřo wazim lê bêne!

le řojêkî řeşebay zor sexta, le fiřgey bako xwaḧafîzîm kird û hatmewe mosko.

ber lewe bako becê bêłim, ew coke degêřmewe:

eḧmedof nawêk ke wezîrêkî bakûyî bû gutî:

- małman le gundêkî nizîk tewrêz bû. min mindałêkî heşt sałe bûm; degeł babim û xanewade hatîne tewrêz serî xizman bideyn. şew bû. ew zeman debû nawî şew bizanî dena degîray. emnyeyek lewserî kûçeyekewe heray kird:

- gêlan kîm? (kêye dêt?)

babim gutî: aşna!

- îsmî şeb?

babim - ke aga le hîç na - destepaçe bibû, lexoyewe gutî: tebrîz!

- ziřit! bîlmedin: tîhran! (ziřit! netzanî: taran!)

gutî: bełê, taran!

- aferîm, werin biřon!

cêgey em carem le utêl ukirayna bû; ke wek lebîrim bê bîst û sê nihome û min le nihomî heşt bûm. sełmasî xoy geyandimê.

-kuře hîç şerimit nekird qaçaẍçîyetîm pê bikey? ew selamet zorî mana hebû!

- dey ca çi bû? çemedanî to napşikinin!

têlgirafim bo sêda řodînko lê da; hat û çwar řoj şêxî sen’anîm degeł xwêndewe.