de’wet bo ko bûnewey dewłetî azerbaycan
de’wetnameyekim bo hat ke: «dewłetî azerbaycan kobûneweyekî saz dawe û toş debê lewê bî». de’wetêkî zor gewre bû. seranî ḧîzbî tûde: řadmenş, îrec eskenderî, emîrî xîzî, cewdet lewê bûn. debê eweş bizanî ke le pêşda her wek be naw komełî kurdan hebû, fîrqey azerbaycanîş be naw teşkîlatêkî le bako hebû. bełam ke min lewê bûm, řûsye lêy men’ kirdibûn û xistibûnîye ser ḧîzbî tûde ke zorbey azerbaycanîyekan lewe nařazî bûn û neyandewêra qise biken. serokayetî ko bûnewe dira be řeḧîm qazî; ew norey qisekeranî dyarde dekird, gutî: le dway hemuwan norey to dedem. çend kes le azerbaycanîye êranîyekan qiseyan kird. hemûyan witaryan bewe dwayî dêna ke: «azerbaycan yekparçeye û debê řojêk bibînewe yek, le jêr ḧukmî hawbeşî şorewîda...». nore geyşte îrecî eskenderî. bewpeřî fesaḧet û belaẍet nutqêkî zor řêk û cwanî kird û çendîn şî’rî ḧafiz û se’dîşî denawda be şayet hênayewe. le basî kurd gutî: «qazî ha le řêgey azadî êranda gyanyan fîda kird». derbarey azerbaycanî gutî: «ême fars û azerî û kurd wek sê mindałî bêbab wayn, nanekeman le sindûqêk daye, lasarêkî milestûr qifłî dawe û leserî danîştuwe. debê hersêkman pêkewe leser sindûqî fiřê deyn û ewsa nanekeman dest kewê û pêkewe têr bibîn. êsta basî cyabûnewey azerbaycan û kurdistanêk nabê bikirê. řojî xoy basî dekeyn û bizanîn debê çon debê...».
katê nore dira be min gutim:
- mamosta eskenderî karêkî kird ke pyaw şerim deka le řûy ewda hîç biłê; bełam dû milaḧezem heye: le fîdakarî kurdida her fermûy «qazyan», çunke řeḧîm lêreye û xatrî girt; bełam ew sedan kargere kirmaşanî û luřaney lebîr çû; ew hemû lawaney sabłaẍî hełbiward ke le pênawî ḧîzbî tûdeda kujrawin. çend şew lewe pêş çûme opîray kor’uẍłû, hawkaranî destyan řadekêşa û swêndî wefadaryan dexward, kurdêk hat cige le dest řakêşan, çokî dada û swêndî xward. bełê kurd swêndî wefadarî le la zor pîroze û hergîz paşgez nabêtewe. hezar sał pitir, be sed hezaran pałewanî kurd le řêgey îslamda xoyan fîda kird; gutyan ’ereb û êranî û turk ke musułmanin hîç qedrî kurd nazanin, komonîstî zor başe ke ferqî nejadî le la nîye. zorman bew bangewe hatîn; zorman xoman be kuşt da. ewa êsta debînîn kurdî ’êraqî le yerîwan qise deka; lêy depirsin: kurd çonin? komonîste; be gunahî dezanê biłê kurd heye, dełê: le ’êraq cige le ’ereb, ermenî û turkiman hen ke zor ḧałyan xoşe... lêreş cenabî eskenderî defermûy: «carê basî azerbaycan û kurdistan meken, wextî nîye». min dełêm: na her êste wexte! ba biłêyn eger nanman le bin kabray lasar derêna, her kes beşî xoy pê dega. ewsa eger zanyan kes tema de beşe nanî ewî tir naka, pêkewe leser sifreyek dadenîşîn, bełam eger yekêk de beşî ewanî tir řobê, ḧeqyan heye nanî xoyan berin û her kes le małe xoy bîxwa, ke ’edałetîş her emeye...
bû be herayek lew koředa:
- hejar řast deka! demanewê beşman her le êstawe dyar bê! namanewê tûdeş wek şa beşman bixiwa!
le paş tewaw bûnî qisan û dîtnî fîlmî arşîn małałan, mamostayanî tûde hatne jûrêk ke řeḧîm û min lewê bûyn. řeḧîm gutî min deřom. min mamewe û ewan. řadmenş giley kird:
- lew meclîse gewreda nedebû qisey wa bikey.
- êwe debû karêk biken min qisey wam bo neye.
- hejar řêgey ême řaste. bo be řêgey êmeda nařon? derdî qasmilû ke êsta bote dijman û le řêgey ême lay dawe, goya millyet deka...
- mamosta, merḧûmî xalîd bekdaşîş her ew fermayşatey defermû!
- bo xalîd bekdaş mird?!
- edî eger nemirduwe kwa?! mamosta gyan, řûpeřî mêjû hełdewe, hemîşe ’eşayrî ẍerb serbexoyî êranî parastuwe. ew ’eşayrî ẍerbe ême pêyan dełêyn kurd; êsta zor tînûy azadîn. eger êwe be hîçyan negirin, emrîkayî û îngilîs byanewê teşqełe be dewłetî ayndey tûde biken, her bewane ke tozêk diłxoşyan biken hełtan dedêrin. lew gwê be kurd nedane hezaran qasmilûtan lê peyda debê. êwe êsta tenya keçe řadyoyektan le bułẍar heye, bernamey be farsî û azerî heye; beşêkî ’eşayrî ẍerbî têda nîye ke hîç nebê be diro diłxoşî kurd bidenewe. her lebîrîştan nîye kurd heye...
- le řadyoy peykî êranda, ne wextî zyadîman heye, ne gûyendeman heye!
- qise bo mindał dekey! le se’atêk farsî, çaregêk û le sê çareg azerî pênc deqîqe bibiřn, ewe wextî fennî. kurdîbêjîş, hezar bêkar le urûpa heye be ḧeqêkî nemirnejî kartan bo bika. eger kestan des nekewt min dêm be nanezg qisetan bo dekem.
- başe ḧewl dedeyn ew gileyyeş laberîn.