berew mosko
řojî pazdey mangî yazdey penca û heşt çûme fiřgey qahîre. barzanî adrêsêkî dabûmê ke eger le mosko damam biçme ewê. le fiřge kabrayek lêy pirsîm: to hejarî?
- bełê.
- le fiřgey mosko çawenořtin.
le teyareda kabrayekî mû zerdî, çaw şînî xwên şîrnokem le tenîşt bû, gutî: «min nawim xalîd miḧêdîne, sernûserî řojnamey elmesa’».
- ke wabê to biray zekerya miḧêdînî hewałî nasrî?
- nexêr, minîş her kurdim wek ew; bełam binemałeman cyaye; fikirîşman cyaye. ew emrîka periste û min şyû’îm.
le qahîre dinyayekî germ û xoş. le řêgeda le fiřgey (tîrana) patextî elbanî dabezîn. çaw nexoşêkî ełbanîş swar kira ke le mosko mu’alece bika. beřastî fiřgeyekî zor řût û řecał bû. be naw hetawda geyne mosko; bełam lewê befir û kiřêwe řêgey dabezînî neda. paş çend xul danêk le fiřgeyekî dûr dabezîn. timaşay çemedanan dekira. çûm leser nîmketêk kiruşmem kird. kîjêkî řûs peyda bû, be ’erebîyekî zor řewanî mîsryane gutî:
- îşałła to hejarî?
- bełê.
beẍar çû çemedanekey wergirtim. çûyne naw maşênêkî be sope û şofêrêk lêy xuřî.
gutim: nîna, to ew ’erebîye çon fêr bûy?
- le mosko dersim xwênduwe.
- fêłim lê meke, kes be ders xwêndin awa fêre ziman nabê.
- řastîyekey pênc sał le qahîre bûm, mamostakeman deygut: «zimanî ’erebî zor hasane; her ḧewt sałî hewełî tozêk dijware!». ’ebdulwehab beyatî şa’îr denasî?
- bełê.
- ca wa debê? dełên nawî minî le şî’rî xoyda gutuwe. zorî lê qełsim!
- nîna wa bizanim pêt xoş buwe nawit le şî’rî ’erebîda hatbê!
min ke fêrî xogêl kirdin bibûm le dûm neda...
birdimîye asayşgay (gêrtisin) le ḧefta kîlomîtrî mosko. lew řêge, şeş ḧew kelîmey wek: «ewe çîye?», «nan», «aw», û şitî wa le nîna fêr bûm.
«gêrtisin» nawî şa’îr û nûserêkî xoşewîste ke małî lew nizîke buwe. ew asayşgaye kone qesrî emîrêk buwe; lênîn kirdûye be asayşga û berdêkî têgîrawî řojî hatnî lênînî bo kirdinewey asayşgakey lê hełqendirawe. wetaẍêkî be tenyay zor sazyan damê û telefon û řadyoyekî gewrey sê mewcîşî têdabû demtiwanî gwê le beẍda û hemû şwênêk bigirim.