şî’ir û witar leser řadyo qahîre

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  947 views

ke zanî çwar řoj demênmewe gutî debê qise leser řadyo bikey. beyanî çûme řadyo. kargêřekan danişcûy kurdî ’êraqî bûn, gutyan şî’rêkman bo hełbijêre ke karbedestanî ’ereb qibûłî biken. defterî şî’irim danê ke xoyan hełîbjêrin. řojî sêhemî seferim bû. gutyan: «ew şî’rane qibûł nekirawin, nabê syasetyan têda bê». şêx ’umer wejûr kewt, qisekey bîst; gutî: «axir êwe nezanin, ’erebî mîsrî çuzanê kurdî çîye? wa min řazî dekem». le kaẍezêk nûsî: «mang way tîşk dabû, baẍ û deşt wabû, waçû...». lem basane piřî kird û nûsî: «tercemey şî’rî hejar!». be minî gut: «kam şî’irit pê xoşe ewe bixiwênewe. ḧez dekey hezar cwên be ’ereb bide!».

şew çûme ser řadyo. danişcuwekan gutyan:

- ber le şî’ir xwêndinewe guftugoyekit degeł dekeyn û çend pirsyarêkman cwab dewe.

- herçend debû be řoj pirsyarekan biken û xomî bo amade kem, bełam dîsan fermûn.

hemû pirsyar û cwabekanim lebîr nemawin; bełam le cwabî em pirsyareda ke: «aya edebyatî kurdî çend qonaẍî biřîwe û êsta le kam ḧałdaye?», gutim:

- hergîz le seretay îslamewe kurd neykirawe be zimanî xoy wek xełkî tir binûsê. hemîşe kospî zor dijwarî hatote pêş. bew ḧałeşřa, kurd le hemû beşekanî edebyatî bawî řojgarda berhemî benirxî buwe. le pêhełgutnî desełatdaran, şî’rî tazyemanî, beyt û çêrok; lem çerxeşda le basî nîştiman perwerî û qewmîyet destî bałay hebuwe û tenanet xanî sêsed sał lemewber dahênerî şî’rî nîştimanî bû. le cîrananî xoman becê nemawîn, bełam le ẍezel û diłdarîda le hemû ’erebman têpeřanduwe.

pirsyarkar gutî:

- detwanî delîl bo em qiset bênîyewe?

- bełê, le îslamda çaktirîn kes goşegîrî xwaperiste, xiraptirîn kes řêgre. ba biřwanîn «meḧwî» şa’îrî ’arf çonî em çak û xirape lêk pîłoz kirdûn, dełê:

negeyye damenî destî du’a, sa debme xakî řê
terîqey goşegîrî berdedem, emcare řê degirim

yan xurma ke mîwey taybetî ’erebe, daxwa kê bo berbangî řemezan xurmayekî dawe be «nalî» ke sunnete řojûy pê bişkênî, dełê:

dexîl! barî nexîlî yan řutabî
weha şîrîn û sîne nerim û diłřeq

axo hezar sałe ’erebêk ’eqłî bewe şikawe yarî xoy be xurma bişbihênê?!

şî’rekeşim (çepke gułêk) bû ke le dîwanekemdaye. wa dyar bû kurdî dawakarî zor bûn, çunke çwar car le řadyo biław kirayewe.