şerîkîy ’ereb û kurd le ’êraqda
bendî sê le beyanî qasim ke «’ereb û kurd le ’êraqda şerîkin» diłî hemû kurdêkî mîllî şad kirdibû; zoryan humêd be dwařoj hebû. ḧîzb komonîstîş ke le zemanî padşayetîda hemîşe le zîndan û xo şardineweda bûn û zoryan lê dekujra, be kûdetay qasim zîndû bibûnewe; milyan le cim û coł nabû. çunke mela mistefaş dwazde sał le řûsyay řabwardibu, be komonîstyan dezanî û ewpeřî destî qedryan lê dena.
ḧîzbî komonîst le her wiłatêkda, ba çwar kesîş bin, bo ḧukmidarî xoyan le hemû komełêkî tir be layqitir dezanî. betaybetî le ’êraqda ke kurde qewmîyekanîş herçî dû pît û letêkî xwêndibû, be ferhengî komonîstî firiçk kirabûn û herkes çepî neba be xayn ḧîsab dekira. partî dîmukirat, ḧîzbî komonîstî be mamostay beřêz û bira gewrey xoy dezanî. mil be miley bû ke xoy be komonîstî diłgerimtir le komonîstanî ḧîzbî nîşan dat. her ḧewlî bû ḧîzbî komonîst lêy řazî bê û řû le qîbley mosko wernegêřê. pet şil kirdinî qasim, şyû’î berbereła kird. weha ẍilûr û yerẍe bibûn be hezaran liẍaw řam nedekiran ke ewdem řeşmeşyan le mil dařnirabû.
qasim bergirî le kurd nedekird ke bîrî xoyan derbiřn û tenanet mela mistefa twanî ḧîzb bikate řesmî û řojname û neşratî partî azad bê. mela mistefa le qesrî nûrî se’îd cêgîr bibû; bibuwe qîbley kurd û ’ereb. lay qasmîş řojgar be qedir bû. komonîstî řasteqîne dijî mîllete; bełam ke le řûsya ziman û ’adatî gelanî corbecor parêzrawe û zoryan be řwałet cumhurî û xudmuxtarî taybetî xoyan heye, komonîstî ’êraq biřway bewe nebû. nabê eweşman lebîr biçê ke leweta ḧîzbî komonîst le ’êraq damezrawe, cige le fehd nawêk ke le mesîḧîyekanî(tel kêf)bû, hemîşe, meger be degmen, dena ře’îsî ḧîzb kurd buwe. êstaş ke min şêst û sê sałim řabwarduwe û em xetane denûsim, ře’îsî ḧîzbî şyû’î ’êraq kurdêke. degeł eweşa nawî kurd û kurdistan bîstin wek diřû webin kilk dan wabû. endamî kurd be ’erebî dedwa; belayewe şerim bû biłê kurdim.