hatnewey barzanî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  926 views

řadyo xeberî da barzanî û hewałanî dênewe ’êraq. oxey le paş dwazde sał dîsan çawim bew pałewane xoşewîste dekewêtewe. biraym eḧmedî serokî partî û çend hewałêkî û şêx sadqî birazay mela mistefa çûne piřag û legełya hatne qahîre. dîdenî nasryan kird û berew beẍda fiřîn. lam waye bîst hezar kes pitir le fiřgey beẍda hatbûne pêşwazî. ’ereb û kurd têkeław, şî’ardan gwêy ’asmanî keř dekird. her kurdêkî be cilkî kurdîyewe bwaye, leser şanan dadenra û şî’arî birayetî kurd û ’ereb dedra. gutyan kurdêk ke leser şanan dandirawe, dizêk kiłaşekanî dizîwe. kurde hawarî kirduwe: «kiłaşekem!», ḧeşamat lêkřa gutûyane: «kiłaşekem!», ḧeşamat lêkira gutûyane «kiłaşekem! kiłaşekem», layan wabuwe emeş şî’arêke be zimanî kurdî!

barzanî le utêlêk dabezî. gutyan ber le herkes le to û zebîḧî pirsîwe. deyewê bitanbînê. fermûy: «dû se’atim be dyarî bo hênawin. bo kesî tir hîçim nehênawe...». lew řoje ke dîtmewe, îtir hemû birînî diłim ke lew çend sałeda qirtimaxey beser qirtimaxeda hatbû, sařêj bûnewe û hemû derd û axim lebîr çûnewe.

şewêk ke dû be dû bûyn zorî diłxoşî damewe ke: «biřyar bê min û to le xoşîda şerîk bîn û taze xemî bêkesî mexo!...». gutim: «kake bimbexşe, min lam waye new’e şêtîyekit têdaye. ewe çend sał û zemane ke min awarem, kes nebû be řûy xoş cwabî siławim bidatewe. yan ew hemû xełke şêtin, yan to, ke çend řojêk le sabłaẍ dîtûmî û netnasîwim ke çend neḧsim! herçî bê, taze ta mawim biřwat be aşnayetî min hebê, qewlim qewlî pyawane...».

dû ’eksî pêkewey barzanî û qasmiman gewre kirdibowe, demanfiroştin. zor bebrew bûn; bełam yekyan çend ewendey ewî tiryan defroşra. seyre: herdûk wek yekin; xeber çîye? têgeyştîn yekyan (bisim alle)yekî têda dyare. bo (bisim alle)key deykiřn, ne bo xoşewîstî ze’îm!