pyawetîy sefîrî mîsir
(paş çend sał boman derkewt ke «dîdî» dastan nûse, le zor şwênanîş bote sefîrî mîsir).
şareke nawî badgudzibêrge, bew nîşane geyne ber dergay sefaret.
- řawestin carê meçin. çuzanin sefîr be’sî segbab nîye? çuzanin derman naka? çuzanin eger bizanê kurdîn her be girtinman nada?
- dey sa quřî kwê be serda keyn? leser xwa, serî xoman dekeyne kutik. derîşman ka, leser řêgey maşênekey řadekşêyn! ba besermanda biřwa.
be sed tirs û lerzewe zengî derkeman ziřand. jinêkî ełmanî dekey kirdewe. sałonêkî şan dayn, danîştîn û çawenořî çarenûsîn. kuřêkî ’erebî ḧełebî lewê bû; deygut: «’erîzem dawe pûłim denê jin bênim. êwe şitutgartan dîwe?»
- bełê.
- neçûne seyrî karxaney marsîdis?
- nexêr.
- ay ’umirtan bezaye çuwe! kuře çon pyaw seyrî wa le kîs xoy deda? hemûy dû markî tê deçû!
hestim weber şeqî dem?! ḧîzbab ême nan nebû bîxoyn; şeş markiman daba bo seyrî marsîdis?!
lew demeda bang kira, çuwe layekî tir; bû be hera û cwên dan be ’erebî:
- fiłan fiłan şude! bo sefaret gedaxaneye?! her řoje çend desbiřî wek to peyda debin: «qurban lêman qewmawe, pûłman nemawe», to beweş řazî nî, detewê jinî ełmanît bo bênim. heydê leber çawim gum be ta nemgutuwe bitgirin!