bon bigre hatim!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  966 views

le mosko nahumêd bibûyn. debê biřoyn, bo kwê? be çî? qelîş gûman nageyenêtewe şam. sefaret mefaretêkî sûrya, mîsir le birlîn nîye; kunsûlgerîşyan des nakewê. ba biçîne (bon). xanexwêkanman kîseyek nan û penîryan daynê û ser û sêw. biłîtî qetaryan bo biřîn; pênc markîşyan daynê. bon bigre û hatim! ay bedbextî! cê le qetar des nakewê, debê le korîdorda şeşsed kîlomîtir řabwêrîn. her çonêk bû sînem le wagonêkî şeş neferî jinanda xoy sepand. ême cêgey qingełfis dadanîşman nebû. serma bû. berdemî xom wek ’areban hełpêçabû. çûm le beranberî awdest, leser ’erz danîştim. zebîḧîş hat. dû kiçî hej no sałe le pesta dehatne awdes. lêm moř bûnewe, fiştêkim lê kirdin, zîřandyan. îtir xwa wetḧesênê qet mindałêk be lamanda nehat. bełam bonî awdesteke pyawî weřez dekird. her çonêk bû ew şeweşman guzerand.

dełên dû kabray sûryayî, be zistan řût û be herdûkyan lêfeyekyan hebû. şew be xoyanda deda, řoj leber taw de şanyanewe depêça û be beryewe hełdelerzîn. behar hat; yekyan gutî: zistanekeman řabward.

- bełê, emma be ḧałî seg!

le êzgey (kolon) dabezîn. ẍar de ser telefon, telefonname ser û bin ke. sefaretî sûrya le bon nîye. hîç şitêk lewe tałtir nebû. hêzî diłman nema û be henase sardî timaşay yektirman dekird.

- sefaretî mîsir çî?

- heye; bełam kê cwabî ême dedatewe?

- deba tecrebey keyn; xo lêman naden.

- alo, sefaretî mîsir?

- bełê.

- dexîle ême sûryayî lêqewmawîn, sefaretî sûrya le bon nîye. çarman çîye?

- min nawim ’ebdulfetaḧ dîdîye. le kwên? îste dêm.

- ca çonit binasîn?

- yekî dirêjî řeş wek qîlim.

řeşe hat, gutî: carê hîç qise meken. birdînye řistûranî êzge, berçayyekî şahaney daynê. pênc markî leser mêz dana:

- ewe hełgirin!

- bexwa qibûłî nakeyn.

- bira çunke dezanim bew pênce degene sefaretî sûrya, emendem da, dena debwaye zortirtan bidemê. le xetî jimare çwar swar bin, pênc êzgay utûbûs bijmêrin! dabezin! baẍçeyekî sê goşeye; sefaretî sûrya lewêye.