ẍenî bilûrî [bilûryan]
řojêk ẍenî bilûrî [bilûryan]m lê peyda bû. maweyek mîwanim bû. hatuçoy şyû’îyanî dekird; ke ew dem bibûne dû destey dij be yektir: «elqa’îde» be serokayetîy selîm nazanim çî û «řayetuşşeẍîle» be serokayetîy «cemal ḧeyderî» ke kurdêk bû. ẍenîy keyxudayetî denawda dekirdin, pêkyan bênê. ke ẍenî hat, wiryam le la nebû. pêkewe le jûrekey minda dejyayn. hewweł řoj zorî lome kirdim: bo hênde pîs û poxłî? jûreket têkeł pêkeł û namuřettebe; min debê fêrit kem çon bijî! le paş ḧewteyek, hełmidestand: heste nan û ça ḧazre! her leser cêwe destî be xwardin dekird, demuçawî nedeşuşt!
kone kurdêkî xełkî «ḧacyałî kendî» lay sabłaẍ, çil sał bû le beẍda bû; kurdîyekey lebîr nemabû; ’arebîş fêr nebbû. serayedarî ew saxtumane bû. zimanêkî qise dekird, ’îfrîtim dewîst bîbatewe ser yek! şew nebû çend car îcaredarekan řastim nekenewe; be xêrî xot were ew kereman bo têbgeyene!
her min le mam biraym têdegeyştim û kesî tir. řojêk ser be jûrekemanda deka û çend qiseyek degeł ẍenî deka. ẍenî tênaga, lepiř be turkî dełê: biřo der! kerî kuřî ker! mam biraym řaykirdibû. êware be dizîyewe le minî pirsî: ew mîwanet wextabû bimkujê, ewe çîye?!
- mam biraym ewe şête û taze le şêtxane derçuwe!
- him... m! demzanî!
şewêk xerîkî dûkan daxsitin bûm, ẍenî hat gutî: kwa pirêskekem?
- pirêskey çî?
- çon edî êware ke serit be mişterîye kiçekanî medresewe germ bû, nemdayey
- nazanim.
- bigeřê.
zor geřam; nebû. ew şewe ta lay řoj hedadanî nema. be xeyał sazî dabû: min bom hawîştî, yek lew kiçane hełîgirtotewe. bawkî kiç mudîrî polîse; lêy wergirtuwe. medrekî girîngî têdaye; basî sere! carcar be lep, şeq le naw çawanî xoy deda, degrya:
- axir bê’însaf desrey pirêskekeş hîy dezgîranim bû be yadgarî dabûmê!
- de êsta qewmawe; çar çîye. qedîmî gutûyane basî qedîm û melayetîm bo meke! min çibkem?
- berî beyanî dên le dûkan detgirin toş minyan nîşan dedey; le zîndanda demřizênin!
beyanî gutim: to meye! xom deçme dûkan. eger paş çaregêk nehatmewe, eto xot win ke! be tirs û lerzewe le dûrewe řwanîme ber dûkan, dû kes lewê řawestabûn. řawestam ta ewan řoyştin; çûme dûkan geskim deda, tûşî pirêskezerd hatim. qamkim de girêke kird û gutim: ẍenî nemdîtewe. zeq zeq nîşanîm da; le peşêwî xoy neydedî! ta pêm gut û le xoşîyan geşke bû!
ca her wek hatuçoy germî degeł komonîstekan hebû; hatuçoy partî û biraym eḧmedîşî dekird û xoşyan dewîst. gutî deřomewe sabłaẍ.
- kake! detnasin, detgirin; êrit çatre.
řoyşit; le silêmanîyewe boy nusîbûm: kotêkim becê mawe, sirûdêkî komonîstanî dinyam denaw qołe diřawekeyda taqet kirduwe, bom binêre! nûsîm: koteketim da be swałkerêk. wabzanim be derdî pirêskeket çuwe! řenge êsta mudîrî polîs fêrî polîsanî bika! îtir her ew geřanewe bû. bîstim ẍenî gîrawe û bîst û çwar sał le ḧebsa mayewe.
her wek partî dehatne lam, degeł şyû’anîş řêk bûm. şewnamey herdûk deste (şyû’îyekan û bilavokî partîm)bo dehat. carêk cemal ḧeyderî birdimye serbane qawexaneyek, diłî damewe ke řegeł ḧîzbekey kewm.
- kake cemal! min kurdim. ewa ḧîzbî tûde ke êwe dełên mamostamane didan be mafî kurda denê; de êweş basêkî azadîy kurd biken ta firîw bixom. her defermûn zewî dedeyn be werzêr; hemû deştî hewlêrim deyey namewê.
- ḧîzbî tûde mamostamane, řaste; bełam başî beşî kurd kirdinî xetayekî gewreye. emcar ba bişnûsê, diro deka û ḧukmî bikewête dest bełên pêk nahênê.
- de kake toş dirom bo bike!
- axir be fermûdey sitalîn, řûpeř ewendey setir emende, kurd mîllet nîye!
- bira wa min û to be kurdî qise dekeyn, dyare heyn û zimanêkî serbexoman heye. ba sitalîn na, babî lînîn biłê, çon le mîlletî kurd deşorêmewe?... lêt bezyad bê!
dûkan û małekem cêgey qaçaẍ quçaẍan bû. nazanim çon bû ke zebîḧî řaw nirabû; xoy bo maweyek le jûrekemda şardewe. şew deygut: sibey xom teslîmî polîs dekem, çi debê ba bibê. diłî tewaw teng dekirdim.
- mela! bo zîndan ew pirêmse çikołey xotim bideye.
- bo to.
- ew xawlîyeş debem.
- başe.
- espabî řîş taşînekeşt berim?
- bîbe.
sibeyî zû yektirman maç dekird, aw de çaw detza. ta lay êware bîrim be çarenûsî ew xerîk bû. şew ke be serkizî dehatmewe, zebîḧî lenaw dûkełî ciẍareda xinkawe û çawekanî kiske kiskyane.
- mela! emřoş neçûm, sibey deçim!
dîsan serlenwê: fiłan û fiłan şitet bo min başe!
- bełê bo to!
dîsan her bezmekey pêşû, nedeçû. řojêk simêłî taşîbû, sûr wek çewender; kirawatî le xoy dabû.
- mela demewê şepkeyek bikiřim xom bigořim polîs nemnasê. ha ’eynekîşim dewê!
- be xwa her segêkit keme fîtey bo lîdey û dwat kewê! ba biçîn şepke bikřîn.
serman be miẍazeyekî zor gewrey şepkefroşîda kird. her le serî na û řwanye awêne û keyfî neygirt, mandûy kirdibûm. şepkeyeykî řeşî le ser na.
- ha mela! çonim?
- çonî? be xuda her le pîre hermenî îbne deçî!
kabray xawen muẍaze - ke laman wabû ’erebe - le fiłqey pêkenînî da û coşî xward û xaw nebowe.
- dey nirxî şepkeket çende!
- kuře eger de dînarim le her şitêkî qidîlkeder û diłxoşker xerc bikirdaye ewende pê nedekenîm. be şeşsed filsî defroşim; bełam êwe çwarsetim denê.
qaley řeḧmetî mensûrî nawî sabłaẍî, şagird ’ekasî dekird; lewpeřî nedarîda bû. le utêl dexewt. hêname lay xom ke ḧeqî xew neda û hîç nebê berçayîş bo xoy dirust ka.
dûkanekem hemû desteyekî dehatê. têgeybûn ke min emînim û xeber le kes nadem. komonîst, partî, îxwanulmuslimîn, ’eksî qaçaẍyan bo min dêna. řojêk yek lew şyû’îyane - ke nemdenasî - hat ’eksî girt. cemal qadir nawêk hate jûr, kabra řoyşit gutî: ewe nawî îsma’îl řesûłe; le komonîste zilekane; małî le fiłane saxtimandaye. şerte emřo be girtinî bidem. îsma’îl řesûłim dîtewe, gutim ew kuře wa dełê eger to nawit îsma’îl řesûłe xo bişarewe.
- na kake! etû ẍerîbî. emin hew nîym, nawim ’usêne!
sibey ew řoje polîsêk hat, gutî: şew îsma’îl řesûł gîrawe; tikay heye wênekanî be minda bo binêrî!
pyawêk le naw şar fîlmî degirt û le dûkan bom çap dekird. gutî nawim ebû basmeye. îtir wek şagirdêkî baş karî degeł kirdim. řojêk biraderêk gutî: ew pyawe xetere; meḧkûm be î’dame, řaykirduwe. şew pirsîm: ebû basme wa dełên xom qaçaẍ û to qaçaẍ pêm waye wek dełên: «hêlkekan de yek qertałeda bar meke!» boy dirkandim ke řaste. pêk hatîn fîlmekan be mindałêkda binêrê û bo xoy neye.