situdêw sebaḧ

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  885 views

dûkanêkî mułkî ewqafim le muzayededa berkewt ke lepena mizgewtî feził bû. tabloyekim lêda: «situdyo sebaḧ» mangî çwar dînarî îcare bû. bîst û dû dînarim le muzayedeke dabû. çî wam nemabû. tenanet nemtiwanî wîtrînekey şûşe tê bigirim. zorî nebird karekem we birew kewt. le mawey çwar mangida sed dînarekey kake zyadim birdewe; gutî min be qerzim nedawyey. le min kêşe lew swênd, heta newed dînarî lê wergirtimewe çeqî řeşim kird. payîzan û zistan û cêjnan karim baş bû, bełam beharan û hawînan kemim peyda dekird. maweyek le hawînda way lêhat beşî nanî xomî lê peyda nedebû. naçar çûm ta demew payîz karêk peyda kem. kake zyad le lay řeşîd ’arf seqa - ke muhendîsêkî kurdî milyonêr û bisaz bifrûş bû - řojî be nîw dînar daymezrandim ke serkarger bim. ḧewtey yekem gutyan ba ḧiqûqeket bimênê. heftey dûhem le qerarî řojê ḧewt pencayîm diraye. herçî gutim: wa nabê, xwa hełnagrî, şêle wa, bêle wa, behrey neda. giřgiř hatmewe ser dûkanekem.

taze ew dûkanem danabû, řojê eḧmed ’usmanî hawałî buxarêstîm hat:

- kake to nawêkî çak û pakit heye. dełên gutûte le řomanya swałkerim dîwe; gutûte jinî dawênpîsî lê hen; to buxtanî wa bo dekey?

- eḧmed gyan! her meramêk - ba ayînî ’asmanîş bê - eger diroy bo bikirê dyare betałe û be filsêkim nawê. hetîw! negbet! pêkewe dû swałkerman nedît? to nebûy detgut zorbey hewałan şew le małe jine řomanîyan řadebwêrin û nayenewe naw nwênî xoyan ?! çit pê biłêm?

- řast dekey, bełam nabê xełkî řemekî bîzanin!

sełit bûm; le dûkan nanim dexward. beyanî û nîweřo û şew debû biçme çêştixane yan qawexane, ke eweş zorî têdeçû. hîç pesendazêkim bo nedekira. tenya parey espab kiřînî ’ekasî û mixarcekem derêna. be tenya bûm. her le beyanewe ta se’at de û yazde karim le jûrî tarîk û le beřê kirdinî muşterî û pak û xawênkirdinewe û şitî wa bû. řojane debwaye pitir le şeş se’at be pêwe řawestim; zor mandû debûm. bełam diłim xoş bû ke le nokerî û şagirdî řizgar buwe û karî xom dekem. kurdêkî nenasyaw bûm le geřekêkî hemû ’ereb û zibir. latupatî geřek ser le hewwełewe şeřyan bo namewe; gałteyan pê dekirdim û de ’ezabyan denam. bełam zorî nebird ke zor le cîrananim bûne dostim û ḧurmetyan degirtim.

be gep û gałte yektirman dedwand û pêkenînman saz dekird. tabûtkerêk dîwar be dîwarmewe bû řojêk seyîdêkî pişt kûř, serî geybuwe beranber ejno, delerzî, daway xêrêkî lê kirdim.

seyîd! cilit nawê bot bikiřim?

- ey xuda řawestawit ka.

- birdime dûkanî tabûtker.

- westa şakir! le ḧîsabî min destêk cil bide be seyîd!

- fermû bo pişt dûkan hełbijêre!

seyîd ke le pişt dûkan çawî be tûtan kewt qîtewe bû; baweř ke tajî wa hełnaye! lew berî cadewe milî le cinêwdan na: «detanewê bimirim?!» ay tirsî mirdin!...

westa şakirî tabûtker destî mirdûy debřî! degeł mirdûşorêkî dirêj û pan řêk kewtibû xizmî mirdûy dêna.

- westa! ewe xizmî xome; tabûtî başî bideye.

- tabûtî «ebû enger» be şeş dînare. ew pyawe kasbe tabûtî dewê.

- tabût be çwar dînar.

her tabûteş - ebû enger û ebû kasb - çwarsed filsî pitir nedebird.

dway mirdû naştin, řîşe dehatewe beşe fêłî xoy wergirê. debuwe şeřeçeqqeyek nebêtewe. ta nîw dînarî le şakir destand qîr sipî debû.