hełatin bo kerkûk

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  947 views

şewane lew małe - ke deçûyne sercê, le serban - zebîḧî le ser yek «arsîn lupîn»y dexwêndewe. demgut: çira bikojênewe! min seyrî estêran dekem. depařawe mela! her ewendeşim lê geřê; her em çend peřem mawe!. gutim: çira beş dekeyn; se’atêk bo to, se’atêk bo min! serî wext, ew hêşta «ew toze» û «ew çend peřey» her dema, beşe çiray xom be kîloyek xurmay teř (ruteb) pê defroşt; bew şewe debû biçê bîkřê! le paş çira kujandinewe, kewtibûyne basî řîşey wişey kurdî: bo way naw nirawe? textekey - ke debê dû ḧerf û bizawêk bê - kameye?... beřastî ewe zorî behre hebû; çawî řûn kirdînewe û zor şitî seyrman debirdewe ser yek. qizłicî gałtey pê dekirdîn; le paşan ewîş ew nexoşîyey girt û yarîdey dedayn.

le paş ewey zanîm polîs lêm degeřê, nemwêra le beẍda bim. çûm le meydan swarî maşên bim, cemal řef’et nawêkî aşnam tûş bû.

- were swar be!

maşênî marsîdsî axir mudêl, piştî piř le řost û abco. letenîşt cemal danîştim; kerkûk bigre û hatim! le řêge cemal dełê:

- xecałetim! cêget naxoşe!

gutim: řast dekey! ew dem ke swarî bare gêç debûm û řojim lê debû be mang, cêgem lîre nerimtir bû!

le řêge zorî ḧewl da, neçûme silêmanî ke mîwanî bim. leber derkî utêl sîrwan - ke hî kurdan bû - daybezandim û řoyşit. le utêl birdyanme wetaẍî jimare sêzde ke leber neḧsî sifryan lê nûsîbû. le dîwar teqwîmêk hebû, dyar bû sêzdey mange. pûłî gîrfanim bijard, sêzde dînarim hebû. kobûnewey ew sîzdem pê seyr bû! lepiř mîwanêkî tiryan hêna wetaẍekem, çawî çepî kwêr bû. serbarîş kabra le diro hełbestinda bêwêne bû. efserî turk buwe, jinî jeneřałî řûs le cengey şeřda ’aşiqî buwe! mosîqarêkî zor zebir be dest buwe, bełam êsta le bîrî çotewe û hezar diroy ser be kułke.

şew çûme çêştixane şêw bixom, karbedestî çêştixanekem denasî.

- kake ẍerîb! min pûłim zor keme; ta detwanî xorakî herzanim deye. detirsim zor bimênmewe û derî nehênê.

- to bimke wekîl û ḧeqit nebê.

- goşt berx û birîncî bo hênam.

- hetîw eme çîye?

- bixo diłim meşkêne!

sibey kere û hengiwîn.

- tu xwa bixo!

nîmeřo mirîşk û birînc.

- tikaye meygêřewe!

pazde řoj lewê bûm, her çî dadim kird, ẍerîb be tika û «xoşe» û «leber diłî min», away be xêw kirdim. dwařoj gutim: ḧîsabî utêl û xwardin çende? min tenya sêzde dînarim heye, îtir gunaḧ le xote, çit demênê ba qerz bê.

gutî: ew řoje ke hatî û cemal řoyşit, paş tawêk geřawe, gutî: hejar eger parey bidemê lêm tûře debê. her çendî lêre bê, herçî dexwa û ḧeqî utêlî le ser min ḧîsab ken! biřo xwaḧafîzit bê.