yekgirtinewey sê tifengidar (hejar, zebîḧî, qizłicî)

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  961 views

be hoy westamewe karêk bo zebîḧî peyda bû. kopîye ’eksî be maşên bo ermenîyek degirt û mangî şeş dînaryan dedaye.

zorî nebird ser û kelley qizłicîş peyda bû. sê tifengidarî elkisendir dûma geyîne yek. qizłicî le xanêkî tûtin û mazûkřîn le lay ’ebdulqadir defendîyek karî dozyewe.

beyanî zû min deçûme semûnî germ û pêxor kiřîn. zebîḧî çay lê dena. qizłicîş her xwardinî leser bû!

nîweřoyan deçûyne kebabxaneyekî zor herzan bazařêkî çepekda. bacî řecoy xawenmał řojêk pirsî:

- le kwê nîweřoje dexon?

- le kebabxaney bazařî sedrye.

- ey deẍîle nekem! şewê dîm nîweşew, lew małe cîraneman - ke faytunçîye - sirit û xurit dehat; tirsam. le dîwarewe řwanîm, sewday espêkî topîw bû; ew kebabçîye kiřî!

tozêk bêzman hesta û hêndêk cinêwman da û biřyar dira neçînewe lay. herçî geřayn lew nizîkane kebabxane nebû; her çîyekîşman bixiwardaye, zor girantir dekewt. paş tozêk minceminc û miqo miqo, wek têkułe xeyarî feqêyan xomin lê gêl kird û milman le kebabî goşt ker û bargînî topîw - ke îşałła wa nebuwe - nayewe.

řojêk le dem bazařî gewre, řûbeřûy řefîq çalakî casûs hatim. zor tirsam; bełam wek carî pêşû derfetî hełatnim nebû. řefîq gutî: to û qizłicî wa dezanin natannasmewe. ne kwêrim, ne hênde gêjim. qoytas pepûleş to bûy! bełam hêndeş casûsêkî bênamûs nîym ke xeber le êwey awarey kurdayetî bidem. metirsin! hełmeyen...

- kak řefîq supast dekem. bełam her êsta aşnayek bimbînê degeł to qise dekem, çi fikir deka? eger pyawetî dekey, memnase û netnasim.

gutî: qiseket řaste; xwaḧafîz.

be hoy «mistefa kwêr» nawêkî be çawêk! ke xoy le xizmî zebîḧî dezanî, zebîḧî û qizłicî le kafe řistûranêkî here benawbangî beẍdaye - ke xawenekey ’ebdułła şerîfî kone sabłaẍî û milyonêr bû - be nûser damezran.

zor car şyû’î zerdî milbarîk - ke min nawim nabûn «topîw» - dehatne lay zebîḧî û pêyanewe řahatbûm. şewêkyan hatmewe, debînim zebîḧî û heşt kes lew topîwane beser çîniçkan be hełtirûşkanewe, le serban seryan be serî yekewe nawe sirte deken; çiraşyan nekujandotewe. beyanîy ew řoje lêfe şiřim pêçayewe.

- xwa ḧafîz!

- bo çî becêman dêłî!

- kake! natirsim bimgirin; bełam le ser karêk ke xom kirdûme. namewê biłên zebîḧî gîrawe; hejarîş çunke hawmałî buwe tûş buwe. nanî xom le ser sifrey to naxom.

sîpałim hełgirt û bûme hawwetaẍî ḧeme řeşadî.