cêgay merdan qûn tendûre!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1192 views

hatîne şam; sê řoj maynewe. çûyne zyaretî camî’î emewî û qebrî selaḧeddînî eyyûbî. ke çûyne mizgewtî emewî, min şapoyekim le ser û kirawat le mil, micêwir xoy de min negeyand; çû be lay ’ezîzewe – ke cilî ḧacîy kurdî silêmanî fişufołî de birda bû – ’etrêkî de berî destî hełsû; bełam ew hîç pûłî nedaye û şwên min kewt. kabra qisêkî kird. gutim:

- ewe dełê gûm bikirdayete naw destî baştir bû!

- kake ḧewz û aw le kwêye?

- bo çîte?

destim le gûy ew kabraye deşomewe!

şewê ke debû beyanî le şam biřoyn, kak ’ezîz hîç pûłî nemabû; be temay pûłî min bû. ew şewe biraderekem dozîyewe; gutî: pûłekem bo nardûyewe.

- hey nekey!

«mirîşk her qaçêkî heye» - bom nardûyewe.

- be kêda?

- nazanim!

hîçim be ’ezîz negut. çêştengaw çûyn bilîtî utûbûs bibřîn, bilîtêkim be bîst lîre biřî. dû lîrem da be tirê û nan, bo xom sê lîrem pê ma. ’ezîzim be bilîtewe damezrand.

- edî to?

- ḧał û ḧîkayet eweye. to bigewe, min de beḧrîşim hawên teř nabim.

’ezîz firmêskî hate xwar û be nîgeranîyewe destî bo hełênam û řoyşit. her ew řoje çwar fêrkarî kurdî şam hatne lam; neqiłim bo gêřanewe. her çwaryan şew çûbûne ser kabra û be çeqe û hera çil û pênc lîreyan lê sandibû. dway dû řoj minîş berew beẍda bûmewe. «cêgay mêrdan qûn tendûre»! çûmewe małî mam ḧusên.

biray dûr wiłat bexêr hatyewe!

dû sał û çendêk leser textêk řakşê, bîst û ḧewt kîlo goştî sist û fişełet lê zyad bê, çon detwanî kar bikey? çend řojêk bîst mîtir biřoybam debû danîşim ta nefesim dêtewe serxo. řojêk degeł biraderêka çûyne çaxaneyek. qûnim xiste ser kursî, qirçey kird. zor be xoda şikamewe. kabray çayîçî hat, baweř ke min le kingyewe deçûm! her nîxey dehat:

- pêm xoş bû şikandit; be qurbanit bê! min pyawî wam xoş dewê!

zor le aşnayanî pêşû, ta nemgutba min kêm neyandenasîmewe. wirdewrde le saye qedem lêdanî zorewe tozêk hamewe ser ḧał û be dost û aşnayanewe geřam, karêkim bo bidoznewe. biraderêk gutî le garacêkî kurdan nûserî baryan dewê; beẍar çûyn. xawen garaj destûrî karî nîşandam. zor hasan bû.

- zor sipast dekem!

tozêkim têwe řama; biraderekey birde kenarêk û sirteyan kird.

- were ba biřoyn! ew kabraye lêy pirsîm: ewe hejare?

- bełê.

- be xwa min řêm nakewê hejar nokerîm bika.

bibûme seyîdî řût: pûłî nadenê, dełên seyd zekatyan pê naşê!