derçûn le bîmaristan
seyîdêkî kełegetî çaw be kil řijawî řîştopî lařîş řêkupêk kirawî kewa şořî piştênd û pêç keskî necefî peyda bû. birdyane wetaẍêk ke pêman degut wetaẍî komonîstan. seyîd miřumoç, tesbîḧ be destewe, destî be wirtewrtî bin lêwan kird. ḧał tał bû. «mar sîrî dedza, le derkî kunê řwa». gałte û gep westênra. kes be layda nedeçû. seyîd ke dîtî bîmaristan cêgey kerpîrozan nîye û nezan firîwî des nada, gurcê xoy kirdewe binyademî xomane û le hemû herzekaranîşî têpeřand. şał û mêzerey dana, çeqeney lê deda; qûnî ba deda; cinêwî pîsî bem û bew deda ta cwênî pê bidenewe. destyan bo qûnî debird û deygut qidîlkem dê! tewaw bibuwe kelley şekkir. îmanman hêna ke «xerbuze be řeng nîye».
’ezîz hemzeyan merxes kird û be minyan gut mangêkî tir merexest dekeyn. ’ezîz laqî çeqand: hêndem swênd û qur’ane, fiłanim degeł nebê lêre nařom. minî zimannezanî quřbeser çon degemewe ’êraq?
çarî naçar hêştyanewe û mangewdiwa pêkewe le bîmaristan derçûyn!
tewaw dû sał û de řoj jyanim lew bîmaristane řabird. duktur ke merexesî dekirdim gutî: nabê xot zor mandû key; debê xorakit xoş bê; nabê serma û german lêt da û dibê û nabêy zor...
ey xudaye! min saẍ û selîm řojî bîst se’at girantirîn karim dekird, qet nanî wişk û pêxorêkim nedegeyne yek. ’asman dûr û zewî sext! ew car çibkem? jan wałjanLocationm dehate ber çaw ke paş zîndan, şew leber baran detlîsawe; enwayekî nebû xoy debnida weşêrê. deygut: ḧebsekem çatir bû; hîç nebê serbanêk le baranî deparastim û řayexim texte bû...
dû sał û de řoj xoş û naxoş herçî bû, karim xwêndinewe û fêrbûn û xew bû. nan hebû; text û pêxef hebû; çon detwanim karî caranim bikem û ewî be saẍî bom nedelwa, be nexoşî peyday kem? bo negbetîş le pêşda ke lawêkî řoḧsûk û leşsûk bûm û qursayîm le penca û sê kîlo nedepeřand, le bîmaristan bibûme heşta kîloy hełîzawî tenbeł.
le çyawe berew bêrût dehatîn û min lew xeyałataneda xinkabûm; agam le meḧmûdî bê zewad nemabû.
le bêrût çûyne utêl. qerarman da çend řojêk wiçan bideyn û şarî bêrût bibînîn. şew le ser daway ’ezîz çûyne ti’atir. ti’atrî ’erebîş yanê hełpeřînî jinî řût leber çaw timaşaçîyan. keyfim neygirt; zû hestam. ’ezîz gutî: zor xoşe! to biřo min şarezam bêmewe utêl.
řojane be şarda degeřayn; êwaran ’ezîz řast deçuwe ti’atrî xoy û min deçûme sînemayek. gutman ba biçîne metebî duktur ḧebîb û serû bîst û pênc lîrey ḧeqî mu’ayeney bideynê û lêreş xwaḧafîzî lê bikeyn. duktur dezgayekî hebû şahane; munşî û peristar û hît û hût. gutî: min le asayşga merexesim kirdin, hatûn pûłim bidenê?
werin timaşatan kem; bełam basî pûł neken!
’ezîz dyarî bo mindałanî xoy dekřî, gutî: detirsim pûłî seferim nemênê.
- metirse! n şêst lîrem le lay biraderêkî kurdî şamî danawe bo řojêkî wa; herdûkman degeyenêtewe beẍda.