le «sîtek»

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 10 minutes  1496 views

bereberî newroz qizłicî û mam ẍefûr û min û hemze çûyne gundî (sîtek). le jûrêk dayankirdîn, layekî çeperêkî şeq û şiř, ke dîtman tajîyek lewêwe xoy kird be jûra. dinya teřî û quřî bû. xoman hełkird be quřî ḧewşe çeperman kunbiř kird. darî teřî sopeman be berewe hełçinî. řayexman libad û piř le espê bû; hêndeman «dê.dê.tê» pêwe kird, pêt lêdena toz hełdesta. paş dû řoj mîrza řeḧman yek barî kutekî kitêbî bo nardîn ke weřez nebîn. kitêbî çon? her le talîfatî markis û îngilsewe ta «xebatî min»y hêtler, le ḧedîs û şer’ewe ta tercemey kitêbî bêşermaney bazařîy «san donî» parîsî, ta keramatî şêx ḧîsamedîn. xulase ewendey dij lêk ko kirdibowe ke basî nekirê.

řojane min û hemze be tifengêkî tapřî şêxewe deçûyne řaw, swêske û kotir û kewman řaw dekird. qizłicî le małewe kitêbî dexwêndewe. şew ḧasłî řawman dexward û gwêman le qizłicî degirt ke wek ḧîkayet xwanî le zebir, çî xwêndibowe deygêřawe.

şewêk qizłicî le mela ’ewłay pirsî:

- eger kerêk zorîş têr bê, wêncey teřî bo berin nayxiwa?

- ca ewe pirsyarî dewê?

- de biřwane lem kitêbeda dełê: «şêx ḧîsamedîn çubuwe baẍêk, kerêk lewê bestirabowe, fermûy ew kere dełê birsîme. wênceyan bo bird xwardî!».

gutî: çi segbabêk nûsîwye?

- xelîfe meḧmûd.

- cinêw be xelîfe nadem, bełam qisêkî bêtame!

řojêk degeł hemze leser girdêkewe berazêkman le qamîşełanêkda bedî kird. tapřiman pê bû:

- ba boy biçîn!

- beraz xetere!

- nexêr deykujîn!

paş miqomqoyekî zor, pêk hatîn. hemze be qirîwe û hera û min be tapiř řîskiman kird û pelamarman bird. keçî beraz be kolke sûtawêk derçû!

řojêk ke nedeçûyne řaw, le serbanî mizgewt řawêçkeman dekird û gwêman le xełkî gund degirt. «kwêxa tewfîq» ’aqłimendî dê bû. çekdarî ’usmanî kirdibû; le şeřî (besra) beşdar bibû. řêy be nûn degut. basî şeřî degêřawe ke be sernêze kirawe, deygut:

- sułtan ’ebdulḧemîd! xwa ẍenîqî neḧmetit ka, to egen beẍdat hebû, besnat bo çi bû? ew hemû gencet be sungî taq be kuştin da!

carêk qaw dakewt xelîfey şêx ḧesenî qereçêwanî beřêweye. lay wêłeder řêwîyek berewpîrî hatuwe, dewrêş xirêk bûn boy biçin bîgirin, xelîfe fermûye lêygeřên. řêwî awzengî xelîfey maç kirduwe û serî pêda sawîwe! xelîfe destî be serîda hênawe û fermûye: «ewa kirdimî be xelîfey řêwî em nawe, to tobeyan dade!» û berełay kirduwe. bû be qirîwe: «ay lew pyawe mimbareke! ay xozge bew řêwîye beheştîye!». zor germ dahatbûn û kwêxa tewfîq le giştyan zyatir. «ḧacî qadrî koyî» dełê:

sofî wek teşne bû le zîkirî hetaw
hemû dînî deda be kasêk aw
şî’e wek teşne bû le sîne zeden
be dû qetrey deda ḧusên û ḧesen

xełkî sîtek hemû bijîwî sałyan leser dar firoştin û řawe řêwî bû. le tenîşt mam kwêxawe danîştim:

- xeber çîye?

çon to basî xelîfe û xelîfe řêwî nabîsî? bexwa ebê xoman saz keyn xizmetêkî başî em xelîfe û derwêşane bikeyn.

- kwêxa gyan ta êsta xelîfe řêwî hemû řêwîyekanî şarbajêrî kirdote derwêş. bexwa herçî řêwî bikujê eçête ceḧendem. bem xełke bifermû le řawe řêwî des hełgirin.

kwêxa tasêkî birdewe, bangî kird:

- kuře werin, hey bikem be kingî bawe xelîfewe! xo nabê řaweřêwî bikeyn!

- dîsan ẍełbe ẍełb damezrayewe. be komeł dway xom dan bo lay şêx letîf ke ewsa le sîtek bû:

- ya şêx! xot dezanî em şarbajêre pawanî terîqetî kak eḧmedî şêxe, xelîfey germyanî ḧeqî çîye asog bipeřênê û mirîd le êwe dagîr ka?

şêx germ dahat:

- dadey swar swar bin em baweḧîze berew şarezûr biřetênin!

mela şêx nûrî kebasî kira, tîtołe şałêkî seydane be dewrî wergîda hênabû; detgut kemberî dewrî dehołe. laqî kurt, ser dirêjoke, lîçşoř, her mişey dehat. jinêkî zor lebar û qedbarîk û benaz û nûzî mare be caş le xoy mare kirdibû; tełaqî nedabowe. jin şaristanî û xwêndewar û tûşî bibû bew ’elametewe û lew jyaney sîtek dejya. xwa xway bû melay tûře ka û tełaq bidrê. xełkî dê ke deyangut biłḧ û sûke, mela deyfermû: «quban! em jiney mine xongewareye! qur’an le sîngeye!». çunke mela bû, têy nîşaney mêwîney ’arebî dexsite ser wişey kurdîş!

řojêk zor beşpirzeyî hat gutî:

- mela miḧemmed, melajin nexoşe û toy dewê ke dermanî key!

- mamosta min ḧekîm nîm.

- bexwa ełê ebê her bê.

melajin leser cêge kewtibû; sing bereła. destî girtim û leser memkî dana. zanîm dawe û bo minî nawetewe. hatmewe û dû binêştî řewanîm bo nard. melajin le sayey min saẍ bowe û nawim le dêda be ḧekîm ziřa. ca were û swênd bixo ke ḧekîm nîm. «ey boçî melajinit ça kirdewe?», ta xom le melajin û sîtekyan řizgar kird şeytan gutî çeq.

carê şêx letîf hełîpêça ke em jine tełaq bida; bo ew nabê. le werama deygut: «qurban min tełaqî bem û biçê şû be nameḧremê bika? eme çon ebê?!».

pêm gut: «mamosta em wirg û gîpałey to bo xelîfetî denałê».

gutî: «xo em gewadîyeşim kirduwe! şeş mang xelîfey seyd bûm. min şeşsed timenim bo ko kirdewe, ew sê timenî damê, wazim lê hêna!».

nanman hebû; pêxorman kem bû; mast her des nedekewt. řojêk degeł qizłicî leser manay şî’rêk kêşeman bû, qizłicî gutî:

- be mast, be mirîşk swênd exom qisey min řaste!

- yanî çî?

- axir eger ewane muqedes nîn bo kes nayanxiwa?!

şêx letîf ḧefta gundî dexward; bełam hemîşe qerizdar, nêwmał řût û bê feřş û lêfe, le pêxorda nasaz, ta xwaş ḧez ka diława û mîwandost, ta xwaş ḧez bika bêselîqe û le kar nezan. zorcar fizûlî diney dedam û lomem dekird:

- axir ya şêx! to ew hemû xełke deřûtênîyewe, hemû dahatit çend nokerêkî şelatî deydizin. to nabê pêwdanêk boxot danêy?

deygut: «ême berey kak eḧmed pêmanewe naye řêkupêk bîn; małî şêx meḧmûdîş wek małî min waye!».

zor be naşkurî nałêm lem kurdistaney êmeda gewreyî be mîrate nek be huner û cewher. ’ewladî kak eḧmedî şêx ta dinya dinyaye le xełkî tir payeberiztirin û nabê gwê bidrête zanîn û huneryan. ca çunke kuřî gewremałan lele û noker bexêwyan deken, be arezûy xoyan řayandênin ke qazancî ewanî têdabê. zorbey lele û nokerekanîş le akarda pak nîn. zor bedegmen hełdekewê kuřî pyawî gewre nalebar hełnekewn. małe seyd teha, ’ewladî şêxî burhan dû nimûnen. hunerî şêx letîf her ewe bû kuřî şêx meḧmûde û bes.

her le sîtek, qazî kake ḧemey bokanîşman hate la û le êran řaykirdibû; tewaw pêy ḧesaynewe. zor zana, zor qisexoş û řûxoş, ta xwaş ḧez ka tirsenok. begşitî berey małe qizłicî her seryan le hêlke cûłayewe ’almin. hemûyan zîrekî bêhawtan. bełam hemûyan tirsenokêk xułqawin ke nawêrin tenanet huner û cewherî xoyan derxen. «turcanîzade», «miḧemmedî qizłicî», «qazî kake ḧeme», «ḧesenî qizłicî» nimûney ew tirse le řade bederen. her kesî tir de yekî ewan zana ba, nawbangî dengî dedawe; bełam tirsî wa betewejim řêgey xoderxistinî lê biřîwin. carêk şêx letîf hatbuwe serdanman le sîtek. katê swar bibû, deřoyşit û ême beřêman dekird. «qazî kake ḧeme» le řîz derkewt û çokî dada û destî be ejnoy espî şêx girt. şêx letîf besersuřmanewe pirsî:

- mamosta çît lê qewmawe?

- ya şêx detirsim dway to sî polîs bên bimgirin!

- ca bo sî? bo bîst û heşt yan sî û dû nebin?

- qurban lêre detirsim; bimnêre lay şêx meḧmûd.

qazî becêy hêştîn û ême le xeterda maynewe! qizłicî û min û lebîrim nemawe kêy tirîş (pêm waye hemzey siłemanaẍa bû) nawî xoman gořî. qizłicî nawî «se’îd řeḧîm» û min «’ezîz qadir»m hełbijard û şêx le (çwarta) pênasî ’êraqî bo wergirtîn û bûyne ’êraqî û tirs û lerziman le girtin beser çû.

le sayey řawî hemû řojewe degeł hemze bibûyne pyadeyekî wa qoçaẍ tajîman nedegeyştê. carê be ẍarî bêwçan le sîtekewe be hewrazî (herûte)da serkewtîn. řojêk ser le êware le qedî çyay (kurekajaw) ḧeywane kêwîyekman bedî kird. damezrayn ke bîkujîn; keçî me’lûm bû ke ewîş řawkerêkî kułebał lebere û êmey be ḧeywan zanîwe û lêman damezrawe.

dełên carêk çend melayek le dim çûmî (kełwê) çûne ser pêşaw ke desniwêj bigirin; kabrayek lay wabuwe pole kełkin û tifengî pêwe nawin. êmeş waman beser hat.

le behara şêx be ḧelawî karekerîyewe bo řawe kew hate sîtek. keyfiman saz bû. degeł şêxda şew be kêw le řaw bûyn. katê le beẍda dejyam degeł qizłicî - ke le silêmanî bû - dû parçe şî’irman pêk gořîyewe, ke zor bewrdî jyanî ew řojaney şarbajêryan wêne dekîşa. bedaxewe nemmawin û her ewendem lebîr mawe ke nûsîwme.

’ewła nawêk le sîtek bû, cige le nawî aẍa hîç ’eştebay şik nedebird. hemîşe dest le kelekeda û be fîzewe deygut: «min cige lewe ke aẍam, ře’îsul’uzeray şêx letîfim!». newsin û çewreyek bû her mepirse. qadir’aẍa nawêk boy danabû:

eger naynasin, aẍa herûte
le teqey kewgîr, gwêy wek ker cûte

řojê be fîzêkewe degeł meḧmûd begekey (bî bî cek) hatne lam. gutyan: «aẍa gewretre yan beg?», gutim min nazanim. «miḧêdîn çinareyî», dirêjî lawaz, nokerî şêx dehat, ’ewłaẍa bangî kird:

- miḧe řeq to xongewarî, aẍa gewretre yan beg?

- bexwa emane wek seg û tajî wan, ferqêkyan nakem!

meḧmûd beg gutî: sawełła dełên tajî begzadey segane; min necîbtirim!

kabrayekî wêłî, bê małî, řûteke hebû pestekêkî sed pîney dirêjî ta ser ejnos deberda bû, ser û binî qiseşî (zalîke) bû. xoy be pêẍember dezanî. şêx gałtey pêdekird, gutî: zalîkey maker! to çon pêẍemberêkî?

gutî: pêẍemberî keranim û xwa nardûmîyete ser êwe!