le «bî bî cek»

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  1088 views

bo şwênewnî nardirame gundêk be nawî (bî bî cek), małî «meḧmûd beg» nawêk ke pyawî şêx letîf bû. zorî nebird «’ebdulqadir eḧmed» û «baqî bameřnî» hatne ewê û yektirman nasîyewe. baqî nawî «mam ẍefûr» û ’ebdulqadir «kaxdir» bû; ta nenasrên.

mela mistefa le şinowe nardibûnîye ’êraq; nameyan bo çend kesêk hênabû. ke degeřanewe, gutim: minîş dême lay mela mistefa, gutyan ta pirsî pê nekeyn natwanîn bitbeyn. namem bo barzanî nûsî, namem bo małî xoman nûsî ke saẍim û ḧeq û ḧîsabî qerz û qołem bo řûn kirdinewe. mam ẍefûr hatewe û xeberî da ke kaxdir le dewrî şino le befra gîrî kirduwe û le birsan kewtuwe û xoy dawete dest dewłet û berew taranyan birduwe. mela mistefaş řûy kirdote wiłatî řûs û lew nawe nemawe. ewîş le naçarî hatotewe ’êraq. cwabî małeweşî bo hênabûmewe: kake řeḧman gutbûy demançekey ewyan lê sandim. qasmaẍa, ke nusîbûm sêsed û penca timenî laye, tûře bibû: «ḧeddî çîye qerzî lay min bê?!». mela ’ewła gutbûy: «sê hezar timenim la nîye; swênd dexom». dyar bû pyaw herçî bê, ta leber çawane leber diłane. tenya birayek ke lebîrî neçûbûm kak hêmin bû. le cengey serbaz û ’eşayr řijane naw şarda, mał û mindałekemî birdibuwe gundî şîlanawê û le xeter parastibûnî. ke dway ême aẍayanî kurdyan birdibûne taran, şa pirsîbûy: ew hejareke çî lêhat? ḧacî bayzaẍa gutbûy: «qurban ême kuştiman...».

dway hełatnekem le bokan, ’ewłaẍay meḧmûdaẍa cinêwî be kwêxakey dabû ke: «diłî pênc qiřanî fîşekêktan nehat hejar bikujin...».

çubûmewe silêmanî le wetaẍêkî tarîkî dîwexanda dejyam bo ewe kes pêm nezanê; ke mam ẍefûr hatewe û bû be awdengîm. řojêk dirga kirayewe, «’usman danîş» ke le sabłaẍ demannasî û dersî kurdî be mindałan degut, wejûr kewt ke ewîş taze geřabowe.

- kak ’usman mandû nebî.

- ’efû biken min nawim mela kerîme, ’usman nîm. ha! min êwe denasim: to baqî! to hejarî! baqî gutî: «axir ’usman gamûş! mangêke yektirman nedîwe; bo to demannasî û ême natnasîn?!».

řojêk dîtim kabrayekî milpanî, pałtoyekî bergine wiştirî heşteroyane leberda û kewşêkî paş panyedrêjî qetareçîyane depêda hate jûr. paş tawêk nasîmewe ḧesen qizłicîye û maweyek le byare sofî buwe û êsta hatuwe. pêk şad û şukur bûyn. naw be naw kak hemzey kone şerîkim û mela ’ewłay ḧesarîş bûne penaber.

řojêkî tir ser le beyanî, keşîde beserêk ke detgut zerdeçêwey pêda řijawe, hate lay şêx ke çarêkî bika. ḧacî ’elîm denasî le bokan, erzyabî tûtin bû. jinêkî şoxî xelîfey hebû. zor dewłemend û wecaxkiwêr bûn. małyan çûbowe seqiz.

- ḧacî gyan to û êre çî?

- ay qurwan ḧeqayet min dûre: xanim witî: «heweł şam û axir şam», ême ke ḧeşirman le şam ekirye, bo êse neçîn? giş małekeman firoşt; feřşiman hêştewe û barman kird û çûyne qesir şîrîn. qałîyekanman da we qaçaxçî, ke xoşman û ferşekanîş berne ewdîw. qerar dirya se’at dwanzey nîmeşew byanbînim. qurwan xot ezanî esłeḧey musułman çîye? desniwêje! desniwêjim girt. çûme ser kołan hawarim kird: «’ebdulqadir!». tumez kawrayekî polîsî şew nawî ’ebdulqadre! beẍar hat û minî dît û kelemçey kirde destimewe. we hezar nar’elî, we sed timen berî dam. bê’edebîye le xizmetta, qałîyekanîş le xaneqîn gîran û gumrigyan lê sandîn. geyne beẍda witim lay ’ebdulqadir gyan da’ebezim. ferş û xanim û min lebin dîwarî ẍews le pena cade maynewe. le zwan kes tênedegeyştîn. êware wexte kawrayek we kurdî witî: êwe çîn û bo lêren? ke têgeyşit, bang ḧemałî kird û qałî û êmey birde mał xoy. witî: «êwe le êranewe qaçaẍ hatgin, polîs bizanê etangirê. pasportî suryetan nîye, eşçine şam giştî desbiř û namerde». min nayejim, ew eyut: «ḧeşrî çe û meşrî çe?» tobe estexfîřułła! leser qisey ew geřaynewe silêmanî û êsta hatgime lay şêx fikirê bikatewe çî bikem.

ew beyne zor betase bûm «şêx meḧmûd» bibînim; bełam ta dawam dekird, şêx letîf behaneyekî edozîyewe û deygut carê! şêx letîf boxoy şa’îr bû; bełam baweř nakem şî’rî kesî xwêndibêtewe. tenanet ew kaẍezaney lêqewmawan boyan denûsî, qet yekî nedexwêndewe û webin doşegî bin qûnî dedan. ke le (bî bî cek) bûm, swarêk beẍar hat û namey şêx letîfî damê ke: «zorim tarîfî to lay şêx meḧmûd kirduwe; pêy xoşe nimûney şî’irit bibînê. tikaye şî’rêk bûse ba boy bixiwênmewe». min ke demzanî ḧałî çone, kaẍezêkî sipîm xiste naw paketewe û nardim. ke şêx letîfim dîtewe gutim: «ha? şî’rekem çon bû?», fermûy: «zor xoş bû; şêx meḧmûdîş zorî pesind kird!!».