mîrza řeḧmanî baneyî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  963 views

muftî le pêşda pêy gutim nawî «mîrza řeḧmanî baneyî»ye û be mam mîrza deydiwand. gutî heste ba biřoyn. le řêge lêy řwanîm gutî: řengit zerde, wa dyare birsî?

- nexêr birsî nîm.

- dey diro meke, zorit birsîye.

birdimîye kebabxane têrî kirdim.

- şew le kwê bûy? çîyan lê sandî?

çûyne hutêleke. begij xawen hutêlda hat ke:

- to çon desbiřêkî, çwar pencayî lebatî de timen dedey?

le ḧîsabda derkewt ke beçke aẍa pûłî nedawe û leser min ḧîsab kirawe. katê le defterman řwanî, min xełkî kenarwê û ew bazyanî nûsrabû. pûłî ewyan le min negêřawe û zanyan kiławyan leser nirawe.

mîrza birdimîye dûkanî delakêk. gutî:

- westa em kuře hem derwêşe hem sofî; min peşîmanim kirdotewe çunke xizmetî pirç û řîşekey bo nakirê, tikaye boy bitaşe!

delak timaşayekî serî kirdim, gutî:

- mam mîrza eme kakołî hebuwe pirçî nebuwe; gałtey xotim pê meke!