muftî tûtniçî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  993 views

beyanî her tarîkan bû çûyne ḧemam. laweke deygut kuře aẍam le bazyan. gutî: mela were piştim bişo!

gutim: toş piştî min deşoy?

gutî: na çi ḧeddit heye?!

gutim: min ři’yetî bazyan nîm, her kese kuřî babî xoy.

beçke aẍa dyar bû diłî êşabû, ber le min le ḧemam derçûbû. taw hełnehatbû le ḧemam derçûm. leser dûkanêkim xwêndewe: «gelawêj». le çaxane mamewe ta dûkan kiranewe. çûme «gelawêj», pirsîm:

- dûkanî muftî tûtniçî le kwêye?

kabra be tirsêkewe destî be demîyewe girt, yanî deng meke. tewaw tirsam. mişterîyek lewê bû derçû. xawen dûkan gutî: were, zor le dûrewe witî ewe cadey tazeye û geřayewe. pêdaçûm tûşî «muftî» bûm ke nawî çikołey «mela kerîm» bû. leser dûkanêkî řûteke danîştibû. her siławim kird bigermî bexêrhatnî kirdim:

- dey çonî? çakî şukir? mał û mindał çonin?

- hemû la bekeyfin.

- firoştit? şukur xêrit kird? dey serçawim hatî!

zorî řist. gutim: wa dyare ew kiłîşey dûkandare bo hemû mişterîyekî dełên.

- dezanim namnasî.

gutî: řast dekey. deto kêy?

- min hejarim.

destî kirde giryan û firmêskî dabarîn.

- birya kwêr bam û nemdîba şořş têkçuwe.

- em giryaney pê nawê. êsta min çibkem? çon kes nemnasê?

gutî: min mał wêranî bûmelerzem. dû minałim hen serupêçke. jinekem şeş sałe îflîce û be dest ewdîw emdîwî pê dekeyn. taqe jûrêkî bin ’erzî tarîk û şedarim bekirê girtuwe. řojane be hezar zeḧmet nanî wişk û çayî lem dûkanem peya dekem. le mêrûleş bêdesełattirim. min natwanim bitḧawênmewe. lêmgeřê basî to bo biraderêk bikem.

- ay nekey. namewê kesî dîke bizanê. dewłet pêm dezanê û demdatewe be êran.

- na, xatircem be, ew biradere sed car twawetewe û saf kirawe ta tewaw bote kurdêkî tewaw ’eyar û bê ’eyb.

way kird ke milim da bew biłê. muftî şa’îr řoyşit û zû hatewe. zorî pê neçû kabrayekî dirêjî, řank û çoẍe piřpîney ’eynekî estûr le çawî, řîş û simêł taşrawî, temen be nawdaçû peyda bû. ne selam û ne kelam her leřêwe pêy gutim:

- ay ay lew piştênde girê çine! mela dełên her giřêyekî şeytanêkî têdaye. ew mêzere sipîye řîşûdare çîye? têy řîm!

gutim be xwa ew kabraye şête. danîşt gutî:

- hejar nayewê xot kiz key! min çend carim wek to beser hat; dirustiman kird û lêman řûxayewe. êstaş nahumêd û diłsard nîm...