ah ji destê dûryê
From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
1 minutes
1064 views
evîna dil çi bêjim ez? ji te dûrî wikî bence
heye çil sal di nêva dil çikandin wê lep û pence
dibênî pîr û kalim ez şev û rojan dinalim ez
şikestî rengê dalim ez di dilde: jan û eşkence
dizanim ev çi tarxe di singê de birin mîxe
di dilde min çi sor - sîxe? me jê xwarin du sed rence
dixum vê renc û vê êşê didim vê bac û vê bêşê
di wêve bûme wek mêşê ku ev jîna me xweş gence
were ey şoxe - kurmancê! ku zû biẍême armancê
meger ez dil bidim bacê gelek hêja û pir qence
were ey serwe - bala min! şikestî - bisk ji dala min
were rûdêm bi xala min bi naz û lar û xweş lence
were carek di sersalê binêrim ez li wê balê
li wan birhên wekû dalê li wan biskên reş û mence
dizanim ku tu dilsojî meger dûrî ji min dajî
were carek berî rojî ku bê rûnin li nêv kunce
tu zanî ko ciger xwîne ne dinê lê kirim dîne
ji wan lêvên şirîn bîne şereba: sêv û etrunce.